Rênas Jiyan’dan iki yeni şiir: ‘Herba Kobanê’, ‘Taybet’ 2017-05-11 09:59:09 DİYARBAKIR - “Herba Kobanê” ve “Taybet” adlı yeni iki şiirle okurlarıyla buluşan şair-yazar Rênas Jiyan, Herba Kobanê'nin zafer ve özgürlüğün şiiri olduğunu belirterek, “Kobanê'de karanlığı mağlup ettik. ‘Taybet’ şiiri de bütün kadınların ve Kürtlerin özgürlüğüdür” dedi. Ömrünü Kürt edebiyatı ve şiirine adayan Rênas Jiyan, edebiyat ve şiir çalışmasını sürdürüyor. Sevilen şiirlere imza atan Jiyan, iki yeni şiirleriyle okurlarının karşısına çıkıyor. Jiyan, DAİŞ’in Kobanê’ye aylarca saldırması ve buna karşı savaşan Kürtleri ve dostlarının destansı direnişini “Herba Kobanê (Kobanê Savaşı)” adlı şiir ve “Taybet” adlı şiirini de Aralık 2015’te “sokağa çıkma yasağı” esnasında Silopi’de öldürülen Taybet İnan (Dayika Taybet) şahsında Kürt kadınının özgürlüğüne adadı. Jiyan, şiirlerinin içeriğini ve kendisini teşvik eden duygularını dihaber’e anlattı. 18 YILDA 10 KİTAP Edebiyat serüvenine Diyarbakır’da üniversite yıllarında başlayan ve şu ana kadar 4’ü şiir 10 kitabı bulunan Jiyan, “İlk kitabım 1999 yılında yayınlanarak, okurla buluştu. Bu kitaptan 2-3 yıl önce yazmaya başlamıştım. Diyarbakır’da üniversite yıllarımda yazmaya başladım. Kürtçe ana dilimi ve Kürt edebiyatını sevdiğim için yazmaya çalıştım. Şu ana kadar 10 kitabım çıktı. Bunların 4’ü şiir kitaplarıdır. En son kitabım ‘Dîn û Şîn (Deli ve Mavî)’ şiir kitabı çıktı. Bütün şiir kitaplarından oluşuyor. Bu kitaplarımın arasında en çok kadını anlatan kitaptır. Bu kitabın temel ağırlığı kadındır” dedi. ‘KOBANÊ’DE KARANLIĞI MAĞLUP ETTİK’ Jiyan, “Herba Kobanê” ve “Taybet” şiirleri için şunları söyledi: “‘Herba Kobanê’ şiiri ‘zafer ve özgürlüğü’ simgeleyen bir çalışmadır. Biz Kobanê’de karanlığı mağlup ettik. Biz insanlığı karanlıktan savunduk. ‘Herba Kobanê’ Kürdistan tarihinde çok önemli ve özellik taşıyan bir yere sahiptir. Ben bu heyecanla bu şiiri yazdım. ‘Taybet’ şiirini de bir Kürt annenin üzerinde yazılmış. Bu şiirin amacı bütün kadınların ve Kürtlerin özgürlüğüdür. Bu şiirde devletin zulmü anlatılıyor. Ölüm ve his öncellik histir.” ‘DİL MİLLETLERİN RUHUDUR’ Rênas Jiyan, Kürt toplumunun ana diline ve edebiyatına sahip çıkması için de şunları kaydetti: “Dil milletlerin ruhudur. Kürtçe olmasa biz de ruhsuz insanlar haline gelmiş oluruz. ‘Duyarlıkla’ biz de Kürtçeye sahip çıkmalıyız ve konuşmalıyız. Dil konusunda sert ve dar olmamalıyız. Feodal bir tarzda değil ulusal bir bilinçle dilimize sahip çıkmalıyız. Feodaliteye sahip çıkma dilimizi ve edebiyatımızı yok edecek. Ancak ulusal bir bilinçle sahip çıkmak, dilimizi ve edebiyatımızı geliştirir. Aynı zamanda dilimiz ve edebiyatımız evrenselleşecek.” Jiyan’ın yazdığı “Herba Kobanê” ve “Taybet” adlı şiir sözleri şöyle: HERBA KOBANÊ 1. hesin bi xwînê avis in tanqên wan dizirrin çekên destên me dikuxin ji bilî me hemû herêm, heta bi minare û daran çong diricifin li pêş min xencer, li paş min gur, li benda ketina min in ji bo ser jê bikin û bixwin, diranan li min diqirriçînin mirin qurîncokan dide canê min heger zilm be ev çong wê tu carî nefisin 2. em kurd bi zimanekî çiyayî ji we re dibêjin li çola xwe vegerin û heta hûn dikarin qûma xwe bi serê xwe dakin êdî fam bikin kevir ji hebên qûmê girantir in çiya ji çolan bilindtir in 3. Kêrên xwe bi Hecerul Eswed tûj kirine şehadet e bilêta bihuşta ku ji bo wan kerxane ev der Koban e li vir xew, balîfa maran e xwarin, jehra şahmaran e ev der Koban e hezkiriya çiyayekî dilovan e ma kîjan çiya hezkiriya xwe di nav lepên bênamûsan de dihêle? ma kê, kengî dîtiye bê çiyayek bûye kole? 4. Ez hazir im, hûn bi topên xwe, ez bi qeramûşkên xwe ez hazir im, hûn bi zirxên xwe, ez bi kefenê xwe ger ev dil bireve xwîna min lê hillikî heram be ger ev çav bitirse dîtina min lê xwîna xenzîran be di hundirê her kurdî de çiyayek dibawişke ger rabe, ezraîl di nav lepên wî çiyayî de dibe berate! ger rabe, ne şûr, ne şêr, ne balafir û ne jî xefik xelasiya tu tiştî tune ye, giş di bin de dipelçiqin û dibin nanik 5. Serê ku ji bo azadiyê jê nebe li ser laşê xwe bar e bajarê ku li hemberî koletiyê hûrhûrî nebe ne tu bajar e kobanê ez heyran im veneşêre nebêje serçavê min tarûmar e ji wechê xwe bikişîne herdu destên xwe ji wî rûyî bedewtir nîn e ku ji bo azadiyê êşiyabe bindest im, min tu carî azadî nedîtiye bi çavên serê xwe bihêle berî ku ez bimirim carekê bibînim rûyê te 6. Ne kêrên qurre ne tanqên dehbe û ne jî topên zimandirêj û lewçe nikare di dilê me de şîrê berxwedanê biqusîne kobanê di tarîtiya barbariyê de elmasek e heta dinya hebe wê di stûyê kurdistanê de bibiriqe 7. Hooooo welatparêz, dengê min tê te ne!? te destvala gulle ji desthilanîn xistine bejna te ala min e hooooo welatparêz, dengê min tê te ne!? tu li kû bikevî ew der sucada min e serê te sonda min e çavê te, reş, reş, reş... mishefa li ser sînga min e rûyê te, teyr, teyr, teyr... tawisê li ser serê min e 8. Şervanek ji bahozê re distrê rê û rê berf birê wê bager berxikê hembêza wê bi eslê xwe ji bajarê baranê ew şengê ye, pengê ne hemû keçikên şengalê di kozikan de bi veşartokê dilîzin ew û mirinê bombe ji qehran diteqin ji bişirîna li ser rûyê wê serê xwe pêçaye bi şara şehadetê hooooo arîn mîrkan kurdistan pirr li te tê! tu xezala dîrokê hooooo arîn mîrkan me navê çiyayan li xwe dikir berê! lê em ê navê te li çiyayekî bikin vê carê TAYBET Ji bo hemû jinên kurd û dinyayê bi van hingilan min çend zik zarok xwedî kirin, bi van destan min hesp av dan min dan kutan bi dehan bedl nivîn girêdan lê xistin bi sedan tenûr nan pê têrkirin şervan, baran, stran... Ez “Taybet” im biqasî ku defn nebim, ez “Taybet” im biqasî ku laşê min li kuçeyên Kurdistanê wek peykerekî goştî bê çikilandin, ez “Taybet” im biqasî ku bi bêhna cendekê xwe, hemû kûçikên bajêr ji ser hişê wan bibim ez “Taybet” im biqasî ku li Botan werim kuştin. min biskin hene, hinne hinne Lê Antîgone, Antîgone! gorreke nizm besî min e qet ne xem e ku tune be ez xwişka te me min û birê xwe di yek gorrê de defn bike min ne şîn e, ne Yasîn e min ne dua, ne azaye lê pepûkê Antîgone wan tu bi saxî binax kiribûyî gorr ne heqê te, heqê min e Anahîta Anahîta! kulmek ax, Anahîta! Ax axa te, xesp kirine ji bo mirinê jî bi dest nakeve ez qîza te meraq neke bi bêhna meytê xwe ez ê biqedîm zîro û zexeliyên ser axa te vezeliyame destê min di bin serê min de, kuçe dirêj, şev dirêj, mirin dirêj e ev çend şev in berf dibare ez “Taybet” im hêdî hêdî dinixumin ne bi axa reş, bi a spî defn dibim ez “Taybet” im! biqasî berfê taybet biqasî Xwedê taybet biqasî êşê taybet..." Bilal Güldem - dihaber