Windahiya Turizmê bi milyonan e 2016-11-23 12:38:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiye piştî xistina balafira şer a Rusya windaniya turîzmê gihişt milyonan. Salek berê 2.8 milyon turîstên Rûs hatin Antamlayê lê îsal 452 hezar turîstên Rûs hatin Antalyayê. Piştî 24'ê mijdara 2015'an ku balafira şer a Rûs li Tirkiye hat xistin û şûnde hêjmara turîstên hatin Tirkiye ji serdî 80 kêm bû. Ne tenê turist kêm bûn, di heman demê de Rusya ambargoya fêkî û sebze jî danî ser Tirkiye. ‘HERÎ ZÊDE ANTALYA ZERAR DÎT' Li gorî daneyan hat zanîn ku berî balafira şer bikeve di 10 mehan de 4.5 milyon turist hatin Tirkiye. Piştî Rusya ambargo danî ser Tirkiye herî zêde Antalya turîzm winda kir. Li Antalyayê ku lokomotifa aboriyê sektora turîzmê ye ji ber ku turîst kêm bûn herî zêdre Antalya zerar dît. Antalya ku ji sedî 30-35 sektora turîzmê pêk tîne, piştî 24'ê Mijdarê hêjmara turistan pir zêde daket. Piştî xistina balafira şer a Rûs 52 rêxistinên sektorê ketin bin bandorek mezin. ‘DI 8 MEHAN DE 20 HEZAR KES ' Piştî xistina balafira şer a Rûs, gelek personel betal man. gelek berhemên zexîre êdî nehatin firotin. Ji 24'ê mijdara 2016'an heta niha milyonek zêde turîst kêm bûn. Di navbera 1 Çile- 31 Tebaxa 2016'an de tenê 20 hezar turîst hat Tirkiye. Bi giştî 2 mîlyon û 170 hezar turîst kêm hatin Tirkiye. Herî zêde Tirkiye qirîzê bandor li ser Antalya kir.