Tengbûna di sanayiyê de herî zêde bandorê li ser karkeran dike 2017-03-12 09:12:33 ENQERE - Li Tirkiyeyê di sanayiya herî zêde hilberîn tê kirin OSTÎM de karker ji negitina heqdestê xwe gilîdarin. Hosteyê kewakerê Mustafa Saygili, diyar kir ku ew ji rizîbûnê re hatine terkirin, serhoste Yucel Ladîk jî wiha got: "Piyasa xiraba û para di sanayiyê de nazivire." Li gorî hêjmarên dawî piştî 7 salan cara yekemîn aboriya Tirkiyeyê ji sedî 1,8 tenbûnê dijî û sektora sanayiyê jî ji vê tengbûnê para xwe girt. Sektora sanayiye di 10 mehên 2015’ê de ji sedî 5 hilberîna zêde nîşandabû, di 10 mehên 2016’an de ev hêjmar ket ji sedî 3. Li gorî daneyên dawî yên TUÎK’ê di sanayiyê de îstîhdam kêm dibe û saetên xebata karkeran zêde dibe. Ji 2002’yan AK Partî hat îktîdarê heta niha sermayeya biyanî ya diket Tirkiyeyê ne li sanayiyan li cihên înşaet ên derbasdar hat bikaranîn û ji ber vê gelek caran rastî rexneyan hat. Di vê rewşê de li Tirkiyeyê çêkera hilberîna sanayiye ket û li 28 welatên cîhanê zêdebûn nişanda. Daneyên biçûkbûna di sanayiyê de li cihê xwe tê hîskirin. Herêma Sanayî ya Organîzeya Ostîm (OSTÎM) a ku yek ji qadên herî mezin ên hilberîna Tirkiyeyê ne, yek ji cihên ku tenbûnê dijî û bi çav tê dîtine. Li gelek kolanên OSTÎM'ê mirov malên ku “bi kire ye” li ser hatiye nivîsîn dikarin bibînin. Dema em ji bo bi kedkarên mexdûr bûne re bi axivin di kolanên OSTÎM’ê re derbas dibin, tek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê karkeriya zarokan derdikeve pêşiya me. Zarokên bi destên xwe yên biçûk ketina nav runê makînayê dizivire û dibêje “kekê karsaz li vire wêneyê me nekişîne.” 'SANAYÎ QEDIYAYE’ Karkerê bi navê Mustafa Saygili ev 20 sale hostetiya Kewakerê dike diyar kir ku ev 20 sale ew bi heqdestê kêm dixebite û wiha got: “Amûrên ku tên çêkirin nayên firotin, dema ji hilberînkar re pere neye em jî nikarin heqdestê xwe bigirin. Ez nikarim ji du zaroKên xwe yên zanîngehê dixwîn pere bişînim û pêwîstiyên malê yên bingehîn bicih bînim. Bi salane em li vir dixebitin me rojekê jî Wezîrê Xebatê li vir nedît, ‘ne got hûn çidikin halê we çawaye’. Em ji rizîbûnê ne hatine hiştin. Lê dema hesinek li serê yek ji me bikeve û bimirin wê demê dikevin ferqa hebûna me de. Gotinên hikûmetê yên aboriyê tene gotinin. Tenê gel dixapînin. Wekî hûn jî dibinin sanayî qediyaye.” BERTEKA LI DIJÎ HIKÛMETÊ: JIYAN BIHAYE Kerîm Gedîk ku ew jî hosteyê kewarkerê ye da zanîn ku qedera karkeran hemane, derdikevin dibêjin me zem kiriye lê zema hatiye kirin tu bandorek erênî li ser jiyana wan nake. Gedîk, bi lêv kir bihabûna kirayên malan tene rewşa wan radixe berçavan û zema ku hikûmetê kiriye ji bihabûna jiyana paşdetire. 'PERE NAZIVIRE’ Em niha li îmaletxaneya Makîneya Hîdrolîk a Ozkardîşlî ne. Niha hilberîn hatiye rawestandin. Du kedkarên li ber derî rûniştine ew navberê nadin lê carna derdikevin! Serhoste Yucel Ladîk ji ber nikare deynê mala ku bi krêdiyê kiriye bide gilîdare. Ladîk, wiha dibêje: “Piyasa gelek nebaşe. Li sanayiye pere nazivire. Berê 20 kes dixebitîn niha 10 kes mane.” Hejmaryarê îmalatxaneyê Aytekîn Sarisoy da zanîn ku fîrmayên ku pêwîste ji dewletê pere bigirin nikarin bigirin ûwiha domand: “Dema ew negirin em jî nikarin bigirin. Em bi zorê digirin. Pere tune ye. Gelek caran em pereye karkeran direng didin. Ev 3 salên dawî ne rewşa me xiraptir dibe. Cihê kar Anadolu Oto Can ev 25 sale dixebite û karker jê nan dixwin. Lê niha gelek karker ji kar hatine derxistin.” Karkerê îmalatê Tuncay Akbaba, şevê li hinek cihan wekî muzîkvan dixebite. Akkaya darbarê OSTÎM'ê de wiha dibêje: “Beriya 15 salan kesekê dikarî li malbatek 10 kesî binêre lê di roja me ya îro de 10 kes nikarin li malbatekê binêrin. Bi salane ez li OSTÎM’ê dixebitim min tu caran ewşek ciha xirap ne dîtibû. Dibêjin aborî başe lê ne wisa ye. Li Tirkiyeyê esnafên biçûk jî nema. Yê zengîn, zengîntir dibe yê feqîr jî feqîrtir dibe. Rewş ne başe ji bo wesayîta xwe bifiroşim min derxist firotine lê ev 9 mehe hêjî min nekariye bifiroşim.”