Bazirganên kayê mexdûrên polîtîkayên aboriyê ne 2017-03-16 09:15:31 WAN - Bazirganên kayê yên Wanê, diyar kirin ku15 sal in mexdûrên polîtîkayên aboriyê ne û wiha gotin: "Em ê di referandûmê de bibêjin 'Na'." Li navçeya navendî Rêya Armûşê ya Wanê, esnafên bazara kayê ji niha ve biryara xwe ya ji bo referandûma 16'ê Nîsanê dane. Esnafan bi bîr xist ku, 15 sal in ew mexdûrên îktîdara AK Partiyê ne û gotin, ji bo "Na"yê bi sedan sedemên wan hene. ‘JI BO 'NA'YÊ BI SEDAN SEDEMÊN ME HENIN' Ji esnafan Nazmi Akkuş, bi bîr xist ku 15 sal e hikûmet îktidar e û li gor dilê xwe her tişt kirine û wiha got: "Di referandûmê de ji bo gelan tu tişt tune ye. Pêşanî ne nanê me ye. Pêşanî, dawîlêanîna mirin û komkujiyan e. Li gel van mirin û komkujiyan ma em ê çawa bibêjin 'Erê'. Heke îro aştî hebûna, malên tu kesî nehatanan rûxandin, heke ji bo ziman û çanda me tiştên baş hebûnan me yê bigotana 'Erê'; lê dema em lê dinihêrin ji bo me tu tişt tune ye. Ji ber vê em dibêjin 'Na'. Êdî tu kes nikare debara xwe bike û em li sşnorê birçîbûnê ne. Di vê Qanûna Bingehîn de ji bo karker, kedkaran jî tu tişt tune ye. Ji bo 'Na'yê bi sedan sedem hene." ‘EM MEXDÛRÊN POLÎTÎKAYÊN ABORIYÊ NE' Ji esnafan Suleyman Bulut jî diyar kir ku ew mexdûrên polîtîkayên aboriyê yên 15 sal in ji aliyê îktîdara AK Partiyê ve tên birêvebirin in û wiha axivî: "Girtina birêz Selahattin Demirtaş û parlementerên me, ji bo 'Na'yê sedema me ya herî mezin e. Em rejîmeke yekperest û rêveberiya yekzilamî naxwazin. Îsal krîzek heye. 5 sal berê me kîloya kayê bi 450 qurişî difirot, lê îsal daketiye 300 qurişî. Her diçe xerabtir dibe. Em hemû bûne deyndarên bankeyan û dewletê. Ev welat 15 sal e bi polîtîkayên aboriyê yên AK Partiyê ve tê birêvebirin. Heke rewşa me xerab e ma em ê çawa bibêjin 'Erê'. Tenê 'Na'ya me jî têr nake. Ji ber vê divê her kes bibêje 'Na'." Esnafê bi navê Adem Aktaş jî wiha got: "Her diçe hemû tişt tên zemkirin. Ji ber polîtîkayên AKP em nikarin nan bibin malên xwe. Her tişt buha bûye. Di rewşeke wisa de helbet em ê bibêjin 'Na'."