Pasaja Medîneyê duh çawa bû îro çawa ye 2017-03-23 09:07:21 RIHA- Li Pasaja Medîneyê ya Rihayê ku ji kirîgeran xalî nedibû, niha esnaf ji ber zêde û kêmbûna dolar, cotkarên ji ber buhayên mazotê yê zêde dide bi gazinc in. Esnafan diyar kir ku ew li ber îflasê ne û wiha gotin: "Kar tune, pere tune, danûstendin tune." Li Pasaja Medîneyê ya li Çarşiya Jêrê ya Rihayê ye, ku berê ji ber kirîgeran rê û rêwanî tê de tune bû, van rojan hema hema kes nayê û naçe. Ji ber pêldariya dolar, gelek esnafên pasajê roj heye bê sirfetih berê xwe didin malê. Her wiha kirîgerên tên jî ji ber hêza wan a kirînê tune ye, bêyî li gor dilê xwe danûstendinê bikin destvala ji pasajê dertên. RIHAYÎ BETAL IN, PERE TUNE YE Bavê 2 zarokan cawfiroşê 26 salan Sabri Berlik (52), diyar kir ku tu tahma Rihayê ya berê nema ye. Berlik, balê kişand ser penaberên li Rihayê bi cih bûne û got, bajar teslîmî sûriyeyiyan bûye. Berlik, da zanîn ku nêviyê rihayiyan betal in û wiha got: "Li vir penaber di karekî de ji dêvla yewmiyeyeke bi 30 TL'yî bi 15 TL'yan dixebitin. Heta ne bi 15 TL'yî jî, carinan ji bo birçî nemînin bi 5 TL'yan jî kar bibînin dixebitin. Ji ber vê jî rihayî nikarin kar bibînin." Berlik, anî ziman ku sûriyeyî ji wan danûstendinê nakin, ji ber rihayî jî betal û bê pere ne nikarin tiştekî bikirin, ew niha li ber îflasê ne. ‘JI SERDEMA DEVULASYONÊ XERABTIR E' Berlik, diyar kir ku divê dawî li şerê Sûriyeyê bê, da penaber vegerin û wiha got: "Li vir roj heye em serfetihê jî nakin. Berê karê me zaf baş bû. Ne di warê dayînê de, ne jî di warê kirîgeran de tu tengasiyên me tune bûn. Lê her diçe li Rihayê betalî zêde dibe. Yanî karê me zaf zehmet e. Her wiha berê ev der guzergaha turîstan bû. Mirov kar nabînin. Mirovê ku nexebite dê çawa danûstendinê bike. 26 sal e esnaftiyê dikim û min gelek devulasyon dîtine, lê belê tu carî em evqas neheyirîbûn. Em li vir sûriyeyan naxwazin. Çimkî mirovên li vir û yên sûriyeyî xizmên hev in. Yanî em nikarin ji wan re bibêjin 'çima hûn tên vê derê.' Yanî li vir piranî çi ereb e, çi kurd be hemûyan xwe li xizmên xwe girtine. Divê demildest dawî li şerê Sûriyeyê bê û ev mirov derbasî welatê xwe bibin. An jê hem penaber, hem jî rihayî ditengijin." ‘DIVÊ DAWÎ LI NÊVENGA ŞER BÊ' Omer Çiftçi (23) yê 5 sal e li pasajê li cem apê xwe yê cawfiroş dixebite jî, diyar kir ku ew bi dolaran caw dikirin. Çiftçi, anî ziman ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê bandoreke zêde li wan kiriye û wiha axivî: "Kar gelekî ketiye. Ev tenê ne ji bo me, li her derî wisa ye. Em 4 kes li vir dixebitin. Her yek ji me nêzî hezar TL'yî werdigire. Em bi deyn mal dikirin. Carinan em nikarin deynê xwe jî bidin. Ji ber em bi dolar mal dikirin, dema dolar zêde dibe deynê me jî zêde dibe. Tomerîfiroş ji Bûrsa, Denîzlî û Stenbolê mal ji me re tînin. Ji ber tomerîfiroş bi dolaran mal tîne, komîsyona xwe jî lê zêde dike. Dema mal digihêje me buhayê wê zêde dibe." Çiftçi, diyar kir ku ji bo rewşa aboriyê baş bibe, divê hem li derve hem jî li hundur Tirkiye dev ji polîtîka û nêvenga şerî berde." NIKARIN HEQÊ FATÛREYÊN XWE JÎ BIDIN Mehmet Toprak (25) ê 2 sal e li pasajê terzîtiyê dike wiha balê kişand ser tengasiyên esnafên pasajê: "Em nikarin fatûreyên xwe yên ceryan û avê jî bidin. Ji ber zêdebûna dolar û zêr ciwan nikarin bizewicin. Tu bikî nelî ev rewş bandorê li me jî dike. Mînak, caw zem xwariye, kîloya caw bûye 10 lîre. Ji ber vê kincên em didirûn jî buha dibin, vê carê jî kes nakire." ‘COTKAR JI BER MAZOTÊ, ESNAF JI BER DOLAR...' Mehmet Ali Eren (67) ê ji bo danûstendinê ji Taxa Kavakli ya Cirnê Reş a Rihayê hat pasajê, bêyî tiştekî bikire dest vala vegeriya. Eren ê cotkariyê dike wiha got: "Dema di dest gel de pere tune be, ma dê çawa danûstendinê bike? Her tişt zem xwariye, ev zem pişta gel şikandin. Cotkar ji ber zema mazotê, esnaf jî ji ber zêdebûna dolar bi gilî û gazinc e. Her wiha cotkar berê hildiberîne jî nikare li gor dilê xwe bifiroşe. Ji ber vê pere tune ye û nikare danûstendinê bike. Em ji bo danûstendinê tên, bazariyê dikin, lê belê ji ber hêza me tune ye bêyî em danûstendinê bikin dest vala berê xwe didin malê."