Cotkarên mêrsînî: Piştî lehiyê wezîrê me hat, çepikên xwe girtin û çû 2017-04-02 09:06:06 MÊRSÎN - Li Mêrsînê cotkarên ku ji ber lehiya ku di Kanûna 2016'an de rabû rastî gelek zor û zehmetiyan hatin, anîn ziman ku hikûmetê hin soz ji bo wan dabûn, lê sozên xwe bi cih neaniye. Cotkar Ahmet Yaman wiha got: "Piştî lehiyê wezîrê me hat, çepikên xwe girtin, paşê pişta xwe da me û çû." Li Mêrsînê, ji ber lehiya ku di Kanûna 2016'an de rabû gelek qadên çandiniyê texrîb bûn û ji ber vê texrîb û xesarê cotkar mexdûr bûn. Piştî lehiyê li navçeyên cuda yên Mêrsînê hat tespîtkirin ku, lehiyê li temamiya bajêr bi giştî bandorê li 136 hezar û 604 dekarî kiriye û her wiha bi qasî 170 milyonî jî xesarek çêbûye. Cotkarên ku mexdûrê lehiyê ne, ragihandin ku ji bo herêmê tu alîkarî û piştevanî nehatiye kirin û gotin, hikûmetê jî ew bi tenê hiştine. Herî zêde qadên çandiyê yên li Taxa Kazanli ya navçeya Akdenîzê texrîb bûn. Îsa Gurculooglu yê li vê taxê karê serayann dike, anî ziman ku di karê serayê de cotkar bi pereyên xwe rezîl dibin. Gurcuoglu, ragihand ku ji ber polîtîkayên dewletê yên 15 salan hema hema karê serayê li ber qedandinê ye û wiha axivî: "Êdî dema em ji mirovan re behsa karê serayê dikin, em wek akrekî rezaletî vedibêjin. Êdî tu kes karê serayê hînî zarokên xwe nake." 'BERIYA LEHIYÊ EM QEDIYA BÛN, LÊ PIŞTÎ LEHIYÊ EM MIRIN' Gurcuoglu, bi bîr xist ku piştî lehiyê Wezîrê Pêşvebirinê Lutfu Elvan, hatiye herêma Kazanliyê û wiha axivî: "Hatina wezîrê me yê pêşvebirinê bi lez û bez bû. Wezîr ji me re got, 'Dizanim lehî bi ser we de hat, lê ez ê pirsgirêka we çareser bikim.' Wezîr çû, lê alîkarî nehat. Dengê me ji bo wan nayê tu wateyê. Me bi awayekî herî baş êşa xwe vegot, lê wan tenê guhdariya me kir û wekî din tu geşedan xwe nedan der." Gurcuoglu, dest nîşan kir ku ji xwe beriya lehiyê cotkar qediya bûn û wiha got: "Lê piştî lehiyê cotkar bi temamî mirin. Deynên cotkaran hebûn, piştî mahsûl jî çûn bi temamî qediyan." 'WEZÎR HAT, ÇEPIK WERGIRTIN Û ÇÛ' Ji mehdûrên lehiyê Ahmet Yamn jî wiha axivî: "Li vî welatî 6 mehan carekê krîz çêdibe. Ji ber sedemên siyasyî yên bi welatên din re em nikarin berên xwe yên çandiniyê bifiroşin. Ev ne bes in, bi ser de jî lehî bi ser me de hat. Piştî lehiyê wezîrê me hat, çepikên xwe girtin, paşê xwe da me û çû. Piştî lehiyê berê ku min bi 5 TL'yan hildiberand, qasî sê qatan zêde bû. Guneh e, di vê krîzê de dê mirov îsota bi 15-20 TL'yî çawa bixwin. Ez doza tu alîkariyê li dewletê nakim, tenê bila cihekî bazarê bibîne da karibim berên xwe lê bifiroşim." Herî dawî welatiyê bi navê Kenan Yildirim jî dest nîşan kir ku, wezîrên ku hay ji zor û zehmetiyên cotkaran hene, wan ber bi krediyan ve hêl dikin û ji ber vê ji sedî 90 cotkaran rastî îcrayê hatine û got, piraniya erdên wan berpêşî firotinê hatine kirin. Yildirim, ragihand ku her cara ku wezîr serdana cotkarên Mêrsînê dikin bi awayekî baş li dersên xwe dixebitin û tên. Yildirim wiha domand: "Hûn tenê dikarin rastiyên jiyanê ji cotkaran bibihîsin, ne ji wezîran."