Esnafên Bazîdê li ber îflasê ne 2017-04-04 09:24:22 AGIRÎ - Esnafên Bazîdê ku bi salan e debar û bazirganiya xwe li ser Deriyê Sînor ê Gurbulakê dike, ji ber OHAL'ê derî hatine girtin û esnafên 8 pasajan hatine asta ku deriyê dikanên xwe bigirin. Esnafên basajên Bazîdê yên ku bi salan in bazirganî û debara wan li ser Deriyê Sînor ê Gurbulakê ye ber OHAL hat îlankirin û deriyên sînor li bazirganiyê hat girtin êdî nikarin bazirganiyê bikin û hatine asta ku îflas bikin. Esnafên ku alav û amûran ji Îranê tînin û li Bazîrê difiroşin êdî nikarin bazirganiyê bikin. Esnafên ku bazirganiya alav û amûrên wekî şekir, kozmetik û cigareyê dikirin, yek bi yek deriyê dikanên xwe digirin. Esnafê 21 salî Harun Sir diyar kir ku bi salan debara wan li ser sînor bû û wiha got: "Bavê min 21 salan mal di deriyê sînor re anî li basajê firot. Ez li vir alav û amûrên diyarî çay, şekir, difiroşim û debara xwe dikim. Lê 2 salên dawî êdî nikarim debara xwe bikim. Sir, anî ziman ku ji ber zêdebûna dolaran û OHAL'ê karê wan rawestiya û êdî nikarin kar debara xwe bikin û wiha got: "Berê me difirot û dîsa dikirî. Lê niha em difiroşin û nikarin bigirin. Her wiha wekî berê malê me nayê firotin. Em êdî kîraya dikana xwe dernaxin. " Sir, anî ziman ku ew wate nade girtina deriyê Gumrukê ji ber bazirganiya sînor sekinî iflas dikin. Esnafê bi Navê Serhat Baş ku beşa Elektrîkê ya Zanîngeha Kirklarelî xelas kiriye û niha esnafiyê dike jî anî ziman ku ji ber kar bi destê wî neket niha bazirganiyê dike û wiha got: “Ji ber kar tune bû min ji neçarî dest bi bazirganiya liser sînor kir. Ji ber li Bazîrê kar tune her kes bazirganiya li ser sînor dike. Lê niha deriyê sînro jî hat girtin u êdî em dikarin debara xwe jî bikin. Baş, anî ziman ku piştî Qeyûm Tayînî şaredariyê hat kirin zextên li ser esnafên basajê jî zêde bû û zabita yek bi yek digere û belgeyên wan ên bacê kontrol dike."