'Êdî qehwe ji Yemenê nayê!' 2017-04-04 09:44:09 RIHA - Dema mirov dikeve çarşiya dîrokî ya Rihayê ji her derî bêhna qehweyê tê. Niha hem firoşkarên vê qehweya ku bêhna wê li her derî belav dibe hem jî kirîgerên wê, ji ber dolar û ewro zêde dibe gilîdar in. Firoşkarê qehweyê Vedat Akbaş anî ziman ku qehwe ji Yemenê dihat lê êdî qehwe ji Yemenê nayê. Welatiyên ku dema dadikevin çarşiya dîrokî ya li Sûka Haşimiyeyê ya li navçeya navendî ya Eyyûbiyeya Rihayê ye, bêhna qehweyê ya ku giran lê bi tu awayî mirovan nerihet nake, hîs dikin. Li vê çarşiyê ji çend cureyên qehweyan ên herî zêde tên vexwerin; qehweya tahl a Mirra, Qehweya Rihayê ku ji 7 cure qehweyan tê çêkirin, Qehweya Sûriyeyê û hin cureyên qeheweyên hazir in. Esnafên ku Qehweya Rihayê bi makîneyan dikutin û amade dikin, di demên dawî de ji ber kûra dowîzê ya ku her diçe zêde dibe gilîdar in. Esnafan anî ziman ku, êdî qehwe ne kirîgeran, mêvanên ku tenê wê bêhn dikin ber bi xwe ve dikşîne. QEHWEYÊN JÊNEGER; MIRRA Û QEHWEYA RIHAYÊ Ji esnafn çarşiyê Vedat Akbaşê 25 salî, diyar kir ku bi piranî qehwe bi dolaran ji Brezîlya û Yemenê tên kirîn. Akbaş, anî ziman ku vexwerina herî zêde rihayî bi kar tînin qehwe ye, lê belê ji ber pêldariya kûra dowîzê buhayê wê zêde dibe û ev jî dibe sedema kêmbûna kirîgeran. Akbaş, da zanîn ku Qehweya Rihayê ji qehweya kizwanan, xernûf, krema, çoqlat, mistek, salep û ji Qehweya Yemenê tê çêkirin. Akbaş, diyar kir ku li gel Qehweya Rihayê, cureyên qehweya tahl Mirra, Qehweya Tirkan, Qehweya Sûriyeyê û Qehweya Yemenê jî li cem wan tên peydekirin û got, buhayê qehweyan li gor cure û qalîteya wan di navbera 10-35 TL'yî de diguherin. Her wiha Akbaş, anî ziman ku qehwe vexwarineke sûdewar e û ji zûv de ye ku vexwarina sereke ya rihayiya ye. TENÊ 100 XIRAM KIRÎN Akbaş, diyar kir ku ji bajarên hawirdorê jî gelek welatî ji bo qehweyê bikirin tên Rihayê û got, welatiyên pirsa buhayê qehweyê dikin ya bi xiraman dikirin an jî tenê buhayên wan dipirsin û diçin. Yusuf Bencikê 68 salî dema hay ji buhayên qehweyê çêbû wiha bertek nîşan da: "Êdî em qehweyê jî venexwin. Em qehweyî îkramî mêvanên ku tên mala me û şînên me dikin. Nexwe buhayê wê jî zêde kirine." Lê paşê Bencik, 100 xiram qehwe kirî. Firoşkar Akbaş ê yê li hemberî berteka Bencik bêçare ma wiha got: "Digotin, qehwe ji Yemenê tê. Lê êdî qehwe nikare ji Yemenê bê."