Ajokarên TIR'an: Mehê ancax em 2 seferan dikin 2017-04-08 09:15:30 MÊRSÎN - Li Mêrsînê ajokarên TIR'an ên neqliyatvaniya navnetewî dikin, diyar kirin ku ew mehê ancax 2 seferan dikin û wiha gotin: "Ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê, krîzê bandor li me jî kir. Ancax em mehê 2 seferan dikin an na, ji xwe ew jî heqê mesrefan dernaxîne." Ji ber polîtîkayên derve yên hikûmetê, hema bêje îxracat qediya ye. Ajokarên TIR'an ên ji ber vê rewşê nikarin tu karî bikin, diyar kirin ku di warê aborî de gelek tengasiyên wan çêbûne û xwestin ev sektor dubar zînde bibe. Ji ajokarên TIR'an Huseyin Kino, anî ziman ku 20 sal e ew vî karî dike û wiha got: "Êdî hûn xeracan dibînin, tije TIR in. Yanî bar tune ye. Heke barek hebe, gelek mirov dikevin rêzê û dibêjin ez ê bibim ez ê bibim. Îro, kamyonên li xeracê rojê 10 lîreyî heqê otoparkê didin. Helbet her kamyon herî kêm 10 rojan li xeracê dimîne, carinan mehekê dimînin. Ev mehê dike 300 TL." ‘EM NE KÊFXWEŞ IN' Ajokarê TIR'ê Halil Olmez, ragihand ku dema ew dertên seferê jî êdî pir kêm qezenc dikin û wiha axivî: "Serê seferê 1000 dolarî didin ajokar. Tabî her tiştî jî dikin aîdî ajokar. Mesela em bibêjin ajokar diçe Kerkukê. Dema tu mesrefên rê li ajokar bar bikî, ji xwe tu pere di dest de namîne. Em ne kêfxweş in." Olmez, anî ziman ku ne şev û ne jî roja ajokaran heye û wiha got: "Em mehê herî zêde du an jî 3 seferan dikin. Heke tu qezenca wê biprisî, serê her seferê ya 100 dolar dîmîne yan jî namîne. Em ne kêfxweş in, lê wekî din em nikarin tiştekî jî bikin." ‘TU KES QEZENC NAKE' Ajokarê TIR'ê Ahmet Tosun, ragihand ku ew li fîrmayeke naqliyeyê bi mehane karê ajokariyê dike û wiha axivî: "Ji ber mesrefên seferê ne ez û ne jî fîrma qezenc dike. Di her seferê de 300 dolar ji fîrmayê re dimîne. Ev pere jî ne têrî fîrmayê ne jî têrî ajokar dike. Mehê dudo an jî 3 seferan dikim. Ji ber vê tu kes qezenc nake." Tosun, anî ziman ku mesrefên wesayîtan jî zaf zêde ye û wiha got: "Heke hûn bêjin ez ê tekel biguherînim, dê 50 dolar mesrefê we biçe û heke hûn salê carekê jî donê wê biguherînin, hezar û 150 TL mesref diçe."