2 sal in rûyê hilberînerên çîlekan nakene 2017-04-09 09:06:08 ANTALYA - Hilberînerên çîlekan ên par ji ber krîza bi Rûsyayê re ber xwe nedîtin, di 2017’an de jî ji ber nexweşîn, nerandimanê û otelên hatin girtin, dîsa çîlekên wan di dest wan de man. Li Antalyaya ku yek ji deverên hilberîna çîlekan e, hilberîner ji ber nexweşîn û ketina buhayan bi rojên zor û zehmet re rû bi rû ne. Ji ber nexweşîna li eraziyan belav bûye û bi sedan otelên ku hîn jî li bajêr dest bi fealiyetên xwe nekirine, îsal jî rûyê hilberînerên çîlekan nakene. MALIYET ZÊDE YE, BUHA KÊM E Hilberînerê çîlekan Sabri Ayazgun, anî ziman ku salên berê karê hilberînera çîlekan zaf baş bûye, lê belê ji sala 2016’an ve bi tu awayî rûyê hilberînerên çîlekan nakene. Ayazgun, dest nîşan kir ku randiman jî nebaş e û wiha got: “Nexweşîn belav bû, hewa nexweş e. Ji ber vê berhemdarî jî kêm e û randimaneke bi awayekî nerêkûpêk heye.” Ayazgun, da zanîn ku piyaseya çîlekan tenê di rojên ewil de baş e, kesên ku berên pêşî berên xwe yên ewil diçinînin qezenc dikin û got, bi zêdebûna çîlekan re buhayên wan ketine. Ayazgun, anî ziman ku ji bo ew maliyeta xwe xelas kin, divê buhayekî wan ê birêkûpêk hebe. DEMA TURÎZM TUNE BE COTKAR JÎ QEZENC NAKIN Ayazgun, da zanîn ku buhayê şitlan û dermanan zaf zêde ye û wiha axivî: “Ev du sal in piraniya otelan bi xesarê dixebitin. Her wiha piraniya wan sala çûyîn hatin girtin û hîn jî venebûne. Bi vê re bandor li cotkaran jî bû. Bandorê li cotkaran jî û kesên turîzmê dikin jî kir. Me piraniya çîlekan rasterast dida otelan. Ji bilî me gelek cotkar jî wisa dikirin. Lê belê, dema em îro lê dinihêrin her kes wan dibe bazar an jî halan. Li wir jî tu pereyî nakin. Em dibêjin hema heqê mesrefê me derxîne jî baş e. Nizanim ez ê careke din biçinînim an na.”