Qurnefilên îxracat nebûn avêtin çopê 2017-04-11 09:02:53 ANTALYA - Hilberînerên kulîlkan ên li Antalyayê ji ber polîtîkayên hikûmetê yên derve nikarin kulîlkan îxracat bikin. Hilberîneran diyar kir ku, ji ber wan di îxracata kulîlkan de kirîger nedîtine bi tonan qurnefîl avêtine çopê. Ji ber krîza bi Rûsyayê re, li Antalyayê kesên ku kulîlk îxracî Rûsyayê dikirin, fealiyetên xwe yên hilberîneriyê rawestandine û her wiha di meha Kanûnê de jî bi hezaran tonî kulîlkên hatin jêkirin li gumrukan hişk bûn. Ji ber ambargoya Rûsyayê, li Antalyayê gelek hilberînerên kulîlkan jî nesîbê xwe ji vê krîza bi derve re girt. Xwediyê fîrmaya Ulaşê Şukru Arikan, diyar kir ku ew 18 sal in vî karî dike û wiha got: "Buhayên me yên sala 1999'an û yên niha ne wekhev in. Me di sala 1999'an de heba wan bi 30 qurişî difirot û me beramberiya keda xwe werdigirt. Lê niha em heba wan bi 5 TL'yî difiroşin, lê dixisirin." 'HILBERÎNER MEHKÛMÎ BANKEYAN TÊN KIRIN' Arikan, diyar kir ku ji ber kêmbûna îxracata bi Rûsyayê re ew baş nikarin kulîlkan bifiroşin û ji bilî çend fîrmayên Îngîltere û Ûkraynayê ew nikarin kûlîlkan bifiroşin. Arikan, dest nîşan kir ku fîrmayên ku ew difiroşin wan jî di warê buhayî de rikeberiyê dikin û wiha got: "Hilberînerên ku nikarin maliyeta xwe bi dest bixin ji neçarî diçin ber deriyê Bankeya Zîraetê. Çimkî kulîlkên ku wê salê hilberandine mesrefê yên sala bê dernaxin." 'EM MECBÛR DIMÎNIN KU KULÎLKAN BAVÊJIN ÇOPÊ' Arikan, anî ziman ku ji ber bazara Rûsyayê sekiniye, di demsala biharê de hevsenga daxwaza-pêşkeşiyê tarûmar bûye û got, heke îxracat nebe piyaseya navxweyî nikare barê malên wan bikêşe, heke bikêşe jî ancax ji sê paran yekê dikêşe. Arikan, dest nîşan kir ku ji be rkêmbûna firotina kulîlkan êdî ew nikarin yewmiyeyên karkeran jî bidin û wiha got: "Tenê em bi hêviya sala bê dijîn." Arikan, diyar kir ku dema ew li welatên Ewropayê dinihêrin dibînin ku hilberandina kulîlkan pîşeyekî girîng e, lê belê li Tirkiyeyê tu qîmeteke hilberînerên kulîlkan tune ye. Arikan wiha domand: "Kulîlkavanî ji berên din ên çandiniyê nayên cuda kirin. Di ketanê de ji bo kulîlkvanan suspansiyon tune ye." Arikan, dest nîşan kir ku kooperatîf hene û kulîlkvan girêdayî wan dixebitin û got, aîdî kulîlkvanan tenê çend fîrma hene, lê tenê bi vê ew didin ber dilê wan. 'MIN NEDÎTIYE KU DEWLET PIŞTEVANÎ KIRIYE' Arikan, dest nîşan kir ku kulîlkvanî û gihandina kulîlkan karekî zaf zehmet e û wiha got: "Em ê sala bê çawa hilberîneriyê bikin. Niha fikra ku ez dev ji vî karî berdim, piştî vê saetê ka ez ê çi bikim heye. Tenê hema ji bo roja xwe xelas bikim ji mecbûrî didomînim." Arikan, anî ziman ku li Tirkiyeyê qîmeta pirtûk û kulîlkan tune ye û got, 20 sal in ew vî karî dike, lê qet nedîtiye ku dewletê piştevaniya wan kiriye. Arikan, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê qîmeta mirovên hilberîner tune ye, bereksê wê qîmeta mirovên xerîdar heye û wiha got: "Tu hildiberînî, lê li gel vê tu dixwazî bêyî texdîrkirin. Lê ji dêvla texddîrê dewlet gelek bacê ji we distîne û deydar dibî. Li vî welatî dixwazin civakake xerîdar biafirînin."