Esnaf ji firotinê, welatî ji zêdebûna buhayan bi gilî gazinc in 2016-11-30 09:07:57 STENBOL - Esnafên bazarê yên ji ber rewşa aborî ya welat û firotinan bi gazinc in gotin, "Erê hikûmet qebûl nake, lê krîza aborî di asta herî jor de ye" û welatî jî ji ber zêdebûna buhayan ji rewşa aborî bi gilî û gazinc in. Her diçe Dolar zêde dibe û li hemberî vê zêdebûnê qîmeta TL kêm dibe û ji ber vê bêqîmetbûnê jî buha zêde dibin û hêza kirînê ya welatiyan jî kêm dibe. Zêdebûna qûra dovîzî û vê bêîstîkrariya aboriyê, li welat îhtîmala krîza aborî zêde dike. Vê dîmena heyî herî zêde bandorê li esnafên biçûk û welatiyên ku her diçe hêza wan î kirînê kêm dibe, dike. Li Taxa Omer Hayyam a Beyoglûya Stenbolê ku her hefte bazar lê tê avakirin, me mîkrofon dirêjî esnaf û welatiyan kir, lê ji rewşa aboriya welat zaf bi gilî û gazinc in. Esnafên bazarê ji firotinan, welatî jî ji kêmbûna hêza kirînê bi gazinc in. ‘KRÎZ HEYE, BI KESÎ RE PERE TUNE YE' Ji esnafên bazarê Ahmet Denîz diyar dike ku, rewşa karê wan pir xerab e û wiha dibêje:"Krîz heye, bi kesî re pere tune ye. Em pîvazê bi 70 quruşî dikirin, bi lîreyekê difiroşin. Dawiya me perîşanî û pergendetî ye. Ev 6-7 meh e hal û ehwalê me ev e. Em her tim dixisirin. Salek berê kar û barê me baş bû, lê îsal nayê gotin. Dolar xwe gihand 3.50 TL yî û ev tesîrê li me jî dike." Denîz balê dikşîne ser hêza kirînê ya welatiyan jî û wiha dest nîşan dike:"Mizeya asgarî hezar û 300 TL ye. Wê mirov bi vî pereyî çawa bên bazarê û danûstendinê bikin? Bi 100 TL'yî tên bazarê, 10 kîlo mal dikirin. Ez bi 3 hezar TL'yî çûm halê, lê min heta niha bi 700 lîreyî firotin kiriye. Erê, hikûmet qebûl nake, lê krîz li asta herî jor e." Saîm Vûral ê ku ev 40 sal e bazarvaniyê dike jî, bi derd û xem e. Vûral diyar dike ku, zêdebûna Dolarî bandorê li wan dike û wiha dibêje:"Beriya zêdebûna dovîzê jî, kar û bar pir nebaş bû. Me 10 sal berê jî mal bi heman pereyîd ifirot, niha jî em bi heman pereyî difiroşin." 'ME BUHA KÊM KIRIN, LÊ REWŞA KAR Û BAR HEMAN TIŞT E' Mûstafa Mestoglû yê li bazarê şarkuteriyê dike jî wiha dibêje:"Her çiqas biha, li gor sala çûyîn heman biha bin jî, rewşa kar westdar e. Ji bo akr bibe, me îro buha daxistin, lê rewşa kar neguherî." Mestoglû dest nîşan dike ku, nebaweriya wan î ji bo pêşerojê ew e ku, gel meyldarê daneheviya bin bahlîfê ye. 'EM LI SALÊN BORÎ DIGERIN' Bektaş Çobanê ev 15 sal e, li bazarê cil û bergan difiroşe jî diyar dike ku, buhayê malên wan piştî zêdebûna dovîzê kirîne jî bûne duqat. Çoban ê ku dibêje, "Her diçe karê me kêm dibe. Em li salên borî digerin" dest nîşan dike ku, dema dovîz zêde dibe tu bikî nekî caw jî zem dibe, lê belê dema kêm dibe, ev daxistin xwe nade der. 'BUHAYÊN NIHA Û YÊN 10 SAL BERÊ HEMAN BUHA NE' Hîşînahîfiroşê 18 salan Reşat Kiliç jî dibêje "Ne diyar e wê rewşa welat çi be, kes naxwaze neqdê di dest xwe de xerc bike" û tîne ziman ku, her sal li gor sala borî zêde dibe û ew niha di serdema herî xerab de ne. Kiliç bêçaretiya kue w tê de ne wiha pûxte dike:"Me 10 sal berê jî hema bêje me sêv bi lîreyekê difirot, niha jî em bi ehman buhayî difiroşin, lê firotinên me heman firotin in." 'MIN KRÎZEKE WISA NEDÎTIYE' Dîsa li bazarê pêlavfiroşê 20 salî Erol Gune jî dibêje, ew her sal dibêjin xwezî bi par. Guneş vedibêje ku, piştî pevçûnên li herêmê piyaseya navxweyî tengijî ye û ew nikarin mal bifiroşin derve. Guneş wiha dibêje:"Ji sedî bi qasî 50-60 tengijandinek heye. Ji ber mirov nerihet in û diqilqilin, naxwazin veberhênaniyê bikin. Em nikarin mal veguhezînin Rojhilata Navîn. Li vir jî, penaberên ji Rojhilata Navîn hatine, di hêza kar a bi erzaniyî de tên xebitandin. Xebitandina bêsîgorteyî heye. Min krîza 2001'ê jî dît, lê min krîzeke wisa nedîtiye." Ji ber zêdebûna pêldariyên bêîstîkrariya aborî û qûra dovîzî, tenê esnaf ji firotinan bandorê wernagirin. Welatî jî ji ber zêdebûna buhayan û kêmbûna hêza kirînê bi gilî û gazinc in. 'JI BER ERZANTIR E EM TÊN BAZARÊ' Emekdar Ulku Yahen dibêje, dibêje ji ber erzantir e ew ji bo fanûstendinê tên bazarê û tîne ziman ku, her çiqas dolar tune bin û pêldariya qûra dovîzî bandorê lê neke jî, lê hêza wan î kirînê kêm bûye. 'ESNAF NIKARIN HEQÊ KIRIYA XWE BIDIN' Haydar Aldivermezê bê kar û bar jî tîne ziman ku, ew ji bazarê tenê bi nîv kîlo firîngî û îsot dikare vegere malê. Aldivermez ê ku dibêje, "Divê hikûmet vê qebûl bike. AKP di serî de planên aboriyê amade kir. Wan sepand û dawiyê jî terpilîn" dest nîşan dike ku, ew ji ber polîtîkayên şaş ên aboriyê di vê rewşê de ne. 'JI WÊ WINDA BIKE, WÊ WELATIYÊN JI RÊZÊ BE' Zuhtu Yagizkan ê ji bo xwaringeha xwe li bazarê bi tomerî mal dikire jî wiha bertek nîşan dide:"Hin kes li pêyî berjewendiyên xwe digerin. noqbûyîna welat ne di xema wan de ye. Di dema bûyerên Parka Geziyê de, dema Dolar 3-4 quriş zêde bû hin kesan deng derdixist, lê îro dolar bûye 3 lîre û nîv, lê bêdeng in. A rast her tişt li holê ye. Yê winda bike, welatiyên ji rêzê ne. Yên qezenc bikin jî, navbeynkar in."