Esnafê Mêrsînê: Her rojê esnafek kêm dibe 2017-04-20 09:11:33 MÊRSÎN - Esnafên Çarşiya Zaferê ya Mêrsînê, bal kişandin ser krîza aborî û diyar kirin ku her rojê cîranekî wan dikana xwe digire. Esnafên Çarşiya Zaferê ya Mêrsînê, ji ber krîza aborî û bajarîbûnê bêserûber a bajêr li ber îflasê ne. Ev çarşiya ku te berê "kevir biavêtana nediket erdê" niha hema bêje kes lê naxuyê. Esnafên çarşiyê, anîn ziman ku li welat krîzeke aborî ya nepen heye û gotin, bi vê krîzê re her diçe esnafên biçûk namînin. Mahir Kaya yê ku nêzî 17 sal in li Çarşiya Zaferê dikana wî ya cilûbergan heye, anî ziman ku ji ber krîzên aborî yên 5 salên dawî êdî tu şewq û hezekê ji kar nastînin. Kaya, diyar kir ku li gor demên berê bazirganî qelstir bûye û got, hema bêje karê wan nêvî nêvî daketiye. Kaya, anî ziman ku bi zêdebûna dolar û euro caw buha bûne û wiha got: "Berên ku em dikirin buha bûn. Lê belê, dîsa jî em van beran bi heman buhayî difiroşin. Yanî zêdebûna dolar û euro dezavantajekê dide der. Îro esnaf perîşan bûye." 'ESNAFÊN BIÇÛK NAMÎNIN' Rêveberê Çarşiya Zaferê û esnafê 40 salan Huseyin Durak ê ku amûrên kevn difiroşe, ragihand ku karê wan ketiye û roj heye ew serfetihê jî nakin. Durak, dest nîşan kir ku ji ber buhabûnê êdî hêza kirînê ya mirovan nemaye û got, li welat krîzeke aborî ya nepen heye. Durak, anî ziman ku berê li Çarşiya Zaferê mirovan dikan peyde nedikir ku kirê bike û wiha axivî: "Lê îro, esnafên li Çarşiya Zaferê dikanên xwe digirin û diçin. Esnafên me ji vê rewşa aborî ne kêfxweş in. Dikarim vê bibêjim, esnafên biçûk tune dibin." 'BÊYÎ SERFETIH EM DIKANÊ DIGIRIN' Ahmet Gundogan, anî ziman ku 20 sal in ku ew li Çarşiya Zaferê esnaftiyê dike û got, berê wî rojê ni 40 lîreyî 50 cot pêlav difirotin, lê belê niha ji ber krîza aborî bêyî serfetihê bike dikanê digire. Gundogan, ragihand ku ji ber navend û mexazeyên mezin ên li navenda Mêrsînê vebûne, esnafên biçûk tu karî nakin û wiha axivî: "Ji bo dubare ew zîndebûna aborî çêbibe divê hin tevdîr bêng irtin. Divê pêşî bazar zînde bibe ku esnafên biçûk karibin qezenc bikin. Divê esnafên biçûk qezenc bikin ku aborî zînde bibe." Ergin Çaglar - dîhaber