Serokê TUSÎAD'ê: Şika hilbijartinê karneya Tirkiye reş kir 2017-04-21 11:51:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê TUSÎAD’ê Erol Bilecik, têkildarî encama referandumê diyar kir ku di dîroka wan de yek ji hilbijartina herî girîng bû, lê mixabin ji ber zerar dît xemgîn bûne û wiha got: "Şika li ser hilbijartinê çê bû, dê ji encama hilbijartinê giringtir be. Mixabin em bûn xwedî mîrateyek wisa." Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tirk (TUSÎAD) Erol Bilecik, der barê encama referandumê û serxwebûna Banka Navendî de daxuyanî da. Bîlecîk, di 72'emîn Civîna Ege ya Komeleya Karsazên Ciwan a Ege (EGİAD) ku li Fabriqeya Havagazi ya Dîrokî pêk anî de têkildarî referandumê nirxandin kir. Bilecik, anî ziman ku hilbijartinek muhîm li pey xwe hiştin, lê mixabin yek ji hilbijartinên herî girîng zerar dît û ew xemgîn kirin û wiha got: "Şika li ser vê hilbijartinê çû bû, ji encama wê bêtir bi bandor e. Mixabin em bûn xwedî mirateyek bi şik û guman. Niqaşan ewlehiya hilbijartinê birîn kir. Êdî karneya hilbijartinê ya li Tirkiye reş bû. Ewlehiya hilbijartinê xala herî girîng a demokrasiyê ye. Diviya bû ku karneya Tirkiye ya demokrasiyê bê guhertin. Ji sala 1946'an heta niha kesî Tirkiye nexne nedikir. Hin caran glî li YSK’ê dihatin kirin. Lê ne ew qas. Mixabin hilbijartina herî dîrokî zerar dît û vê yekê em xemgîn kirin. Di 4 salên dawî de em ji hilbijartinekê diçin hilbijartinê din. Mixabin ji ber hilbijartinan em westiyan." DIVÊ SERXWEBÛNA BANKA NAVENDÎ BÊ PARASTIN Bilecik, rewşa serxwebûna Banka Navendî jî rexne kir û wiha got: "Divê serxwebûna saziyên venêrtin û sazkirinê pêk tînin bên parastin. Endamtiya YE'ê jî ji destpêkê heta niha xala TUSİAD'ê ya sereke ye. " Seroka EGİAD'ê Bugra Îlter jî xwest piştî referandumê aştiya civakê û lihevkirina civakî dîsa bê avakirin û çanda lihevhatinê bê xurtkirin.