Tunebûna mêrgan, sewalvanî jî tune kir 2017-04-30 09:01:45 EDENE - Her ku diçe mêrg tune dibin. Bi tunebûna mêrgan re warên çêrê namîne û sewalvanî jî tune dibe. Sewalkaran diyar kirin ku ji ber qadên çêrê nema sewalvanî jî qediya û tama sewalvaniyê nema." Li gor daneyên 2014'an ên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji sedî 20'ê tevahiya qada Tirkiyeyê û ji sedî 38'ê qadên çandiniyê yanî 14,6 milyon hektar qada mêrgî ye. Ji ber ku her diçe qadên mêrgî kêm dibin, kesên heywanan xwedî dikin, ji neçarî heywanên xwe li axuran bi êm xweyî dikin. Lê ji ber zemkirina buhayên êman, karê sewalvaniyê êdî li ber qedandinê ye. Ahmet Kap ê ku demeke dirêj e heywanan xweyî dike, balê kişand ser tengavî û zehmetiyên sewalvaniyê û wiha got: "Sewlavanî qediya. Tu tahmeke vî karî nema." EM NIKARIN ÊM BIKIRIN Kap, diyar kir ku ji ber qadên çêre û mêrgî vediguherînin qadên çandinî û bicihkirinê, sewalv aniya mêrgî bi tunebûyînê re rû bi rû maye û got ku, piraniya xweyîkeran ji mecbûrî li axuran, bi êman heywanên xwe xweyî dikin. Kap wiha axivî: "Buhayên êman gelekî zêde ye. Êdî em nikarin êm jî bikirin. Gelek kes ji ber buhabûna êman, dev ji sewalvaniyê berda. Her wiha teşwîqa ji bo sewalvaniyê jî tune ye. Em bi zirarê heywanên xwe difiroşin." 'SEWALVANÎ MIR, QEDIYA' Omer Ozer jî, anî ziman ku her diçe mêrge kêm dibin û got ku, buhayên êman gelekî zêde ye. Ozer, diyar kir ku xweyîker êdî nikarin sewalvaniyê bikin û got ku, sewalvan bi rojên zor û zehmet re rû bi rû mane. Ozer, dest nîşan kir ku dewlet ji bo xweyîkeran teşwîqê nake û wiha domand: "Sewalvanî li ber qedandinê ye. Niha hejmara heywanên biçûk kêm e. Dibêjin heywan buha ne, lê dema em heywanan difiroşin em dixisirin. Buhayên êman her diçe zêde dibin. Rojê 80-100 lîreyî heqê êm didim. Sewalvanî mir." Serokê Odeya Beytarên Edeneyê Nihat Kose jî, diyar kir ku ji ber kêmbûna mêrgan sewalvanî bi pêş ve naçe û got ku, divê piştevaniya xweyîkerên heywanan bê kirin.