Li înşeatê projeyên nû hatin rawestandin karker nikarin nan bibin malên xwe 2016-12-01 09:19:01 HATAY - Li Tirkiyeyê krîza ku her roj zêdetir tê hîskirin, ev yek ji karkeran heta mutahîtan bandorê li ser hemû kesan dike û di sektora înşeatê de ji ber ku projeyên nû nayên çêkirin karker dibêjin ku pereyê ku digirin têra wan nake. Di piyaseyên pere de bi tevgera ku tê jiyîn ve krîza aborî xwe bi her awayî dide hiskirin bandor li ser sektora îneşatê jî kir. Di sektora înşeatê de ji ber ku mutahît projeyên nû zêde naxin dewreyê karkerên ku divê sektorê de dixebitin di dîtina kar de zehmetiyan dikişînin. 'BUHAYÊ HESIN BÛ DU QAT' Li Hatayê rêveberê şîrketekî ku hema ku li her navçeyan faliyetê dimeşîne Yilmaz Bayram diyar kir ku rewşa aboriyê ya nediyar a ji ber atmosfera siyasî wisa ye bandora xwe li ser sektora înşeatê jî kiriye. Bayram destnîşan kir ku di sektora înşeatê de krîzekî cîdî heye, ev 3-4 meh in jî xebatên xwe dane rawestandin. Bayarm anî ziman ku buhayê hesin girêdayî dolarê ve pir zêde dibe di mehên sibat û adarê de buhayê tonajê di navbera 970 û hezar 70 de tê diguhere lê di meha mijdarê de ev heta 2 hezarî jî derdikeve. Bayram destnîşan kir ku ji ber her tişt li gorî dolar tê eyarkirin ev yek jî bandorê li ser tiştî dike. 'EM PROJEYÊN NÛ NIKARIN ÇÊBIKIN' Bayram desnîşan kir ku ji ber krîza aboriyê gel nikare tiştekî bikire û projeyên ku çêdikin jî nikarin bifiroşin, projeyên wan ên nû hene lê ji ber krîza aborî nikarin bixin dewreyê, heke bixin dewreyê dibe ku di destên wan de bimîne. Bayram bilêv kir ku dîsa banka jî ji bo dayîna krediyan de bi fikar nêzîkî wan dibe ev jî bandorê li ser firotina malan dike. Bayram got ku krîz tenê bandorê li ser wan na li ser karkeran jî dike, qasî 130 karkeran dide xebitandinn lê ji bo ku bikaribin projeyên xwe temam bikin qasî 60 kesan jî daxistine. Bayram an^iziman ku pereyên karkeran ancax dikarin bi firotinan ve bidin lê ji ber ku gel nikare bikire nepêkane e ku sektora înşeatê berdewam bike. 'TÊRÊ NAKE' Krîza aborî herî zêde jî bandorê li ser karkerên înşeatê dike. Karker nikarin kar bibînin. Karkerê înşeatê yê bi navê Nezîh Aslan diyar kir ku ew jixwe di bin şertên giran de dixebitin û nikarin heqdestên xwe bigirin ev krîza ku tê jiyîn bandorê li ser wan jî dike. Aslan wiha got: "Em mehaneya asgarî digirin ew jî têrê nake. Krîzê bandorekî cidî li ser me kiriye, çiqas bixebitin jî têrê nake. Em bi zorê debara malbata xwe dikin." '2 HEFTE YE NIKARIM PERE BIBIM MALA XWE' Nîhat Sertel jî got ku çawa bandorê li ser herkesî dike li ser wan jî dike. Sertel destnîşan kir ku 2 hefte ye nikare pere bibe mala xwe ji ber ku di piyaseyê de pere tuneye her kes bi fikar in.