2 milyon û 500 hezar dekar zevî kirin beton 2017-05-02 09:02:46 MÊRSÎN - Li Tirkiyeyê, di 15 salên dawî de 2 milyon û 500 hezar dekar eraziyên çandiniyê, kirin qurbana polîtîkayên îmarê û vegehurandin qadên betonî. Serokê Odeya Çandiniyê ya Mêrsînê Cengîz Gokçel, dest nîşan kir ku divê erdên berdar bên parastin û da zanîn ku Tirkiyeya ku berên çandiniyê îxrac dikirin, niha ketiye pozîsyona îthalayê. Li Tirkiyeyê, li gor daneyên fermî di sala 2002'yan de eraziyên çandiniyê 26 milyon û 579 hezar hektar bû, lê niha ev hejmar 23 milyon û 923 hezar hektar e. Lê belê, ji vê hejmarê jî tenê 16 milyon û 200 hezar hektar jê, wek qada çandiniyê tê bikaranîn. Her wiha eraziyên berdar ên tên bikaranîn jî, niha bi xetereya polîtîkayên îmarê re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê di 15 salên dawî de, ji bo gelek qadên çandiniyê rê li ber îmarê hat vekirin û tê gotin ku di 15 salên dawî de 2 milyon û 500 hezar dekar kirine qurbana polîtîkayên îmarê. Ji van eraziyan li Mêrsînê 90 hezar, li Edeneyê 200 hezar, li Hatayê jî 60 hezar dekar kirine qurbana van polîtîkayan. Her wiha li Antalyayê jî di bin navê turîzmê de 170 hezar dekar ji bo otel û gundên betlaneyê hatine veqetandin. Der barê vê mijarê de Serokê Odeya Çandiniyê ya Mêrsînê Cengiz Gokçel axivî û dest nîşan kir ku, divê eraziyên çandiniyê bên parastin. ‘JI BO HEWCETIYÊN ZEXÎREYÎ DIVÊ ERAZIYÊN ÇANDINIYÊ BÊN PARASTIN' Gokçel wiha axivî: "Beriya her tiştî, heke pêdiviyên sereke yên jiyanî yên wek zexîre û avê tune bin, dê mirov nikaribin bijîn. Yanî zuhabûna ku bi awayekî xwezayî xwe dide der, bandorê li ser miqdara avê dike. Lê belê, bi rê û rêbazên cuda heke av bê depokirin û bi tedarik bê bikaranîn, pêdiviya bi avê dikare bê peydekirin." Gokçel, îşaret pê kir ku her diçe gelheya mirovan zêde dibe û wiha got: "Lê belê, pêdiviya zexîreyî tiştekî cuda ye. Eraziyên çandiniyê yên tên çandin û rakirin, pîvana wan naguhere. Ji ber vê divê ji bo zêdekirina berdariya van eraziyan, ji bo pêşxistina cotkaran polîtîka bên afirandin. Hem jî ji bo ev erd ji dest neçin û winda nebin, divê tevdîrên wadedirêj bên girtin." Gokçel, dest nîşan kir ku bi taybetî ji ber polîtîkayên îmarê eraziyên çandiniyê kêm dibin û got ku, dê ev di pêşerojê de wek xetereyekê derkeve pêşberî mirov. Gokçel wiha axivî: "Yanî divê teqez eraziyên çandiniyê bên parastin. Yek ji armanca hebûna odeyên çandiniyê jî ev e." BERÊ DIHATIN ÎXRACKIRIN, NIHA TÊN ÎTHALKIRIN Gokçel ê bi gotina "Em rayedaran hişyar dikin" axaftina xwe domand, îşaret bi hin berên ku heta duh jî li Tirkiyeyê di asta îxracatê de mezêxiya wan dihat kirin, lê niha ji derve tên îthalkirin kir û wiha axivî: "Hin berên çandiniyê hene, êdî em li welatê xwe nikarin wan hilberînin. Mînak; fasûle, nok. Îro em vana îthal dikin. Ev ji ber şert û mercên hewayî yên neyînî wisa bû. Hem berdariya dihat payîn bi dest neket, hem jî bi awayekî baş erazî nehatin çandin. Lê ya girîng jî ev e; Salên berê jî rekolteya vana kêm dibûn. Mirov dikaribû çi bike. Mirov dikaribû li eraziyên avî vana peyde bike. Yanî dikaribûn erdên ku ev ber lê tên çandin biparastanan û rê li ber îmarê bigirtanan. Heke em erdên di dest xwe de biparêzin û bi awayekî berdar bi kar bînin, em ê bi van pirsgirêkan re rû bi rû nemînin. Heke em vê nekin, di pêşerojê de em ê nikaribin berên ku em wan îthal dikin jî bi dest bixin." ‘DIVÊ PÊDIVIYA JÎNGEHAN LI DERVEYÎ ERAZIYÊN ÇANDINIYÊ BIN' Gokçel, diyar kir ku mijara parastina eraziyên çandiniyê mijareke hesas e û wiha axivî: "Helbet li welatê me pêdivî bi jîngehan, di warê pîşesaziyê de pêdivî bi eraziyan heye. Lê belê, qadên ku dê jîngeh lê bên çêkirin û ji bo pîşesazî û îmarê bên vekirin, divê baş bên diyarkirin û li gor wê xebat, proje bên çêkirin. Ji xwe em di pêvajoyeke wisa de ne ku, cotkar ji ber nikare berên xwe bifiroşe dev ji hilberînê berdide. Ji ber vê yekê, ji bo çandiniyeke herikbar divê piştevaniya cotkaran bê kirin, da ku hilberînê bikin." Berivan Altan-dihaber