500 hezar cotkar dev ji hilberînê berdan! 2017-05-03 09:10:17 MÊRSÎN - Li Tirkiyeyê, di 15 salan de 500 hezar cotkar dev ji hilberînê berdan. Cotkar Nevin Yaman, anî ziman ku ji bilî devjêberdana kar tu alternatîf ji cotkaran re nehatiye hiştin. Li Tirkiyeyê, di sala 2002'yan de 2 milyon û 588 hezar û 666 cotkar qeydkirîbûn. Lê ev hejmar di Nîsana 2017'an de daketiye 2 milyon û 97 hezarî. Li gor vê jî, dixuyê ku di 15 salên dawî de 500 hezar cotkar dev ji hilberînê berdane û her wiha yên ku cotkariyê didomînin jî, ji ber deynan nizanin dê çi bikin. Cotkarên ku bi zor û heft bela hilberînê dikin, ji ber desteka qismî têrî wan nake, berê xwe didin krediyên bankayan û bi vî awayî dikevin bin deynan. Piraniya van cotkaran jî, ji ber nikarin van krediyan bidin, eraziyên wan tên heczkirin. Tê diyarkirin ku, ji ber cotkar nikarin ji bin barê maliyetên giran rabin, ji neçarî dev ji cotkarî û hilberînê berdidin. ‘HENEKÊ XWE BI ME DIKIN' Ji cotkaran Nevin Yaman, ji ber nikaribûye krediya bankeyê bide, hecz hatiye ser 10 donim eraziyê wê yê li navçeya Kazanli ya Mêrsînê ye û ji ber vê nikare li gor dilê xwe cotkariyê bike. Yaman, anî ziman ku ew neçar mane ku mehkûmî bankeyan bibin û bi vî awayî hilberînê bikin û got ku, li gel hilberînê jî di dawiya salê de ew dîsa dibin deyndarê bankeyan. Nevin, dest nîşan kir ku cotkar naxwazin dev ji zeviyên xwe berdin, lê belê rawestandina fealiyetên hilberînê li cotkaran ferz dikin. Nevin wiha domand: "Hemû mesref wek barekî li ser milê me ne. Ji bo her donimekî, salê 20 hezar lîre mesrefê me çêdibe. Em bi kedeke mezin îsotê hildiberînin, lê em bi 90 qurişî difiroşin. Lê ev îsot diçe Stenbolê bi 10 lîreyan tê firotin. ‘LEHÎ RABÛ, LÊ SERÊ DONIMÊ 30 LÎRE DAN' Lehî rabû. Ba rabû. Lê çi bû dîsa bi me bû. Gotin, em ê destekê bidin we, zirara we bidin. Li ser ewqas zirar û mexdûriyetê tu zanî çi qas dan? Serê donimê 30 lîre. 10 donimê min di bin avê de ma. Tiştê me ji ber lehiyê xelas kir ji xwe xelas kir, yê mayî jî çû. Lê wan serê donimê 30 lîre da me. Yanî ji bo 10 donimî 300 lîre dan. Henekê xwe bi me dikin." ‘TIŞTÊN EM HILDIBERÎNIN, EM WAN DAVÊJIN' Yaman a ku bi van gotinan “Êdî em nikarin serê xwe rakin" gazinc ji vê rewşê kirin, diyar kir ku ew tim ji bo ku deynan bidin dixebitin û wiha got: "Em heqê keda xwe nastînin. Em tim deyndarê bankeyan e. Êdî banke erseyên me hecz dikin. Berpêşî firotinê dikin. Ev çerx bi krediyan digere. Em nikarin bidin, nikarin bifiroşin. Em bêyî krediyan jî nikarin kar bikin. Çimkî, destek tune ye. Çi bidin, du qatan distînin. Meha Nîsanê qediya. Ji bo debrê em daketin nav erdan. Lê tiştek neguherî. Nexweşîn li beran peyde bûye. Em nêvî jê davêjin. Ev jî gelek mesref e. Em nizanin em ê çi bikin. Em îsyan dikin, lê em nizanin em ê çi bikin." Nevin wiha axivî: "Em neçînin nabe, em diçînin nabe. Ya em ê zeviyên xwe bifiroşin an jî em ê bidin bankeyan an jî em ê bikin şûv. Dema em diçinînin, mecbûr em ji bankeyan krediyê dikşînin. Banke jî beramberiya deynên xwe hêdî hêdî dest datînin ser erdên me. Destek kêm in. Mazot buha ye. Ber tu pereyî nakin. Êdî mirov dev ji vî karî berdidin. Her kes diçe bajarekî." Berivan Altan - dihaber