Cotkarê pişteka wî qut bû ket destê selefxuran 2017-05-03 09:20:36 RIHA - Cotkarên ku ji ber deynên ceryanê destekkirina wan a çandiniyê hat desteserkirin, ketin nav destê selefxuran. Cotkaran li hemberî vê kirariya bi biryara wezaretiyê hat kirin bertek nîşan dan û gotin ku, dewlet dixwaze çandiniyê dewrî şîrketên mezin bike. Berê bi biryara Desteya Wezîran, rayeya qutkirina ceryanê ketibû destê şîrketên belavkirina ceryanê. Lê niha jî Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê jî sererastkirina "Cotkarên ku ji ber hilberîna çandî deynên wan ên ceryanê hene, heta ku deynên xwe nedin dê nikaribin sûdê ji desteka çandiniyê wergirin" derxist. Bi vê sererastkirinê hema bêje cotkar terkî mirinê tên kirin. ‘LI CEM SELEFXURAN LI ÇAREYÊ DIGERIN' Berê mafê desteserkirinê ji bo şîrketên belavkirina ceryanê hatibû dayîn. Niha jî bi sererastkirina nû re, cotkarên ku bixwazin sûdê ji desteka çandiniyê wergirin, divê deynê wan ên ceryanê tune bin. Bi vê biryarê re li Riha, Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê dê gelek cotkarên ku "deynê wan ê ceryanê" hene îsal sûdê ji desteka çandiniyê wernegirin. Her wiha cotkarên ku desteka wan a çandiniyê tên blokekirin jî, ji neçarî serî li selefxuran didin. ‘MAZOT BUHA YE, DEBR ERZAN E' Ahmet Topkan ê ku li Wêranşara Rihayê bi salan e cotkariyê dike, anî ziman ku tenê ew debara xwe bi vî karî dike lê belê bi salan e ku ew heqê keda xwe nastînin. Topkan, dest nîşan kir ku ji ber polîtîkayên hikûmetê bi salan e cotkar ji destekan tên mehrûmkirin û got ku, hema bêje Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) cotkar rehîn girtine. Topkan, da zanîn ku ew nikarin ji bin deynên ceryanê derkevin û wiha axivî: "Em erdê xwe bi pergala baranê av didin. Lê di vî warî de tu destekeke dewletê tune ye. Cotkar bi derfetên xwe avdaniyê dike. Niha li cîhanê mazot û gubreyê herî buha cotkar distînin. Her wiha bi buhayekî herî kêm jî cotkar debra xwe difiroşin. Yanî dahat lêçûnê xelas nake." ‘DEBR MA JI SELEFXURAN RE YE' Topkan, dest nîşan kir ku cotkarên ku ji ber deynên ceryanê yên DEDAŞ'ê destaka wan a çandiniyê hatine blokekirin, ketine nav destên selefxuran û wiha axivî: "Şîrketa ceryanê ya ku wek mafyayan dixebite, dest daniye ser dahata hemû cotkaran. Desteka me bloke kiriye. Mixabin, cotkar ya li ber bayê faîzên bankayan an jî li ber faîzên kesên paşka stuyê wan qalind diçin. Dikeve nav destê selefxurên ku wek qijnikan xwe bi cotkaran ve dizeliqînin. Ez ê biçim ji selefxuran pere wergirim û paşê deynê DEDAŞ'ê bidim. Dê DEDAŞ bibêje 'blokeya te rabûye'. Lê me kesên ku dan û hatin mexdûrkirin jî dîtin. Blokeyê ranakin. Ew cotkar tê cezakirin." 'DEDAŞ WEK VAMPÎRAN XWÎNÊ DIMÊTE' Topkan, dest nîşan kir ku wek cotkaran ew bêçare hatine hiştin û wiha domand: "Demekê Serokwezîr derket û got, 'Ez cotkarên biçûk naxwazim. Heke Tirkiye welatê çandiniyê be, nexwe ez cotkariya şîrketî dixwazim.' Dixwazin cotkarên biçûk mehkûmî kesekî tenê yanî bankeyan bikin. Yanî bi vî awayî dê dahata gelê herêmê tune bikin. Dixwazin cotkaran mehkûmî hinekan bikin, da ku li ber wan destên xwe vekin. Ji ber deynên ceryanê desteka me di hundur de ye, nadin. Ji xwe heke min desteka xwe bistendana, min berên xwe bifirotanan ez mehkûmî we nedibûm. DEDAŞ berê mafyaya dewletê bû, lê niha jî mafyayeke taybet e. Bi mijandina xwîna gel, gel mehkûmî xwe dike. DEDAŞ wek vampîran xwînê dimête. Em stûna sereke ya vî welatî ne. Ev welat welatekî çandiniyê ye, heke me tune bikin dê di bin enqaza me de bimînin." ‘EM NE SEDEQE, EM HEQÊ KEDA XWE DIXWAZIN' Cotkarê bi navê Ali Topkan jî, ji ber deynê ceryanê yê DEDAŞ'ê desteka wî ya çandiniyê hatiye birîn. Topkan, anî ziman ku êdî ew ne li benda desteka dewletê ne û xwest tenê ji bo berên ku ew hildiberînin buhayek bê diyarkirin. Topkan, îşaret pê kir ku desteka didin cotkaran ji xwe têr nake û got ku, vê jî bi behaneyekê ji dest wan distînin. Topkan, li dijî vê desteka ku wek "sedeqeyê" berpêşî wan tê kriin bertek nîşan da.