Kêmbûna turîstan bondorê li esnafan dike 2016-11-15 09:23:36 ÎZMÎR - Li Îzmîrê 10 mehên 2016'an de hejmara turîstan ji sedî 43, 5 kêm bû ji milyonek û 127 hezar kesan de daket 636 hezar kesan û ev herî zêde bandorê li esnafan dike. Li Îzmîrê di 10 mehên dawî de hejmara turîstan ji sedî 43 kêm bû. Hejmara turîstan ji milyonek û 127 hezar kesan de daket 636 hezar kesan. Bi heman awayî keştiyên kruvaziyer jî kêm bûn. Di 2015'an de bi wan 197 hezar turîst hatin Îzmîrê lê di 10 mehên 2016'an de ji sedî 36,6 kêm bû 2 hezar û 445 kes hatin. Bendera Alsancakê ku wekî navenda turîzma kruvaziyerê ye jî di 10 mehan de ji sedî 98,8 kêm bû. Kesên ku bi riya deryayê tên jî di 2015'an de 249 hezar û 327 hezar kes bûn, di 10 mehên dawî de ev ji sedî 83,5 kêm bû û ket 41 hezar û 104 kesan. Dîsa ji balafirgeha Adnan Menderes jî ji sedî 32,2 kêm bû. Ev kêmbûna turîstan herî zêde jî bandorê li ser esnafên Sûka Kemeralti û Xana Kizlar Agasi dike. 'TURÎSTEK JÎ NAYÊ' Ahmet Gereltî ya li Kemeralti esnaf e diyar kir ku li gorî sala borî karên wan ji sedî 40 kêm bûye. Gereltî anî ziman ku berê her roj herî kêm 100 turîst dihatin û wiha got: "Niha hatine turistan li aliyekî mirvek jî êdî li van kolanan derbas nabe." Gereltî bi gotina "Serokomar her roj şûrê xwe dikişîne derekî" ve bal kişand sedema krîza aboriyê û anî ziman ku bi aştiyekî hundir û derve ve aborî dikare ji nû ve baş bibe. 'TEHMA KAR NEMAYE' Ozgun Yilmaz ê ku li Xana Kizlar Agasi esnaf e jî diyar kir ku ji ber ku Tirkiye kete şerê Sûriyeyê turîzm têk çûye û wiha axivî: "Tehma karê me nemaye. Êdî mirov ji ber tirsê nayên Xana Kizlaragasi. Her sal karê me xirabtir dibe. Heke şer bi dawî bibe dê aborî jî baş bibe." 'ESNAF ÊDÎ DERABEYAN DIGIRE' Esnafê bi navê Mehmet Ertaş jî destnîşan kir ji ber ku Tirkiye di şerê Rojhilata Navîn bûye alî aborî her diçe xirabtir dibe, êdî esnaf nikare kireya xwe jî bide, ji sedî 60 esnafên Kemeralti derabeyên dikanên xwe girtine. Ertaş wiha got: "Me li peravê çente difirot. Niha kesên ku li peravê esnaf in ji sedî 99 digirîn. Tirkiye êdî di nava xwe de difetise." 'ESNAF NEÇAR IN' Ercan Duşerge jî diyar kir ku ji ber siyaseta tê meşandin turîst nayê û wiha got: "Ma kîjan turîst, kîjan mirov dê bê şer û mirinê. Ji ber vê yekê esnaf neçar in." 'TURÎST NAXWAZIN BÊN TIRKIYEYÊ' Nûnerê Sendîkaya Karkerên Turîzmê yê Şoreşger ê Herêma Egeyê Tahîr Ozan jî di sezona turîzmê de esnafan îflas kirine, kedkarên turîzmê karên xwe winda kirine gelek ji wan jî ji ber krîza aborî nekarîne pereyên xwe bigirin. Ozan têkîldarî mijarê wiha got: "Ji ber ku maceraya em li Sûriyeyê digerin bandora neyînî li civaka navneteweyî dike ji ber vê yekê jî turîst naxwazin bên Tirkiyeyê. Bi vî hikûmet û OHAL'ê ve çareserayi aborî nabe. Diya bingehîn a derketina krîza aborî çareserkirina pirsgirêka kurd û pêkanîna aştiya mayînde."