Daxwaza firengiyan zêde ye lê hilberîn kêm e 2017-05-09 09:12:52 ANTALYA - Krîza firingiyan a di navbera Tirkiye-Rûsyayê de, rençberên firengan perîşan kirin. Firingiyên ku sala par ji ber krîzê li nav kolanan hatin rijandin, îsal ji ber "bawerî" neda nehatin çandin. Ji ber zêdebûna daxwaza ji bo firingiyan, buhayên wan jî zaf zêde ne. Rûsyayê ji 1'ê Çileya 2016'an ve îxracata gelek berên çandiyê qedexe kiribû. Ji van berên ku îxracata wan hatibûn qedexekirin yek jê jî firingî bûn û ev qedexe hîn jî didome. Ev qedexe bandoreke neyînî li hilberînerên antalyayî kir. Her wiha di îxracata Rûsyayê de Antalya li gel turîzmê di sektora çandiniyê de jî di rêza yekemîn de ye. Ji ber qedexeya îxracatê, li gor daneyên fermî Rûsyayê di di navbera 2016-2017'an de qet firingî îxrac nekirine. Li gorî daneyên TUÎK'ê jî, ji ber qedexeyên Rûsyayê li gor sala 2016'an îsal li Antalyayê çandina firngiyan ji sedî 25-30 kêm bûye. Hilberîner sedema vê krîza bandorê li berên çandiniyê dike, bi polîtîkaya derve re girêdidin û anîn ziman ku, rageşiya bi Rûsya û welatên Ewropayê welat ber bi krîzeke aborî ve dibe. YÊN QEZENC DIKIN BAZIRGAN Û KOMÎSYONVAN IN Hilberînerê firingiyan Cevdet Baydar, anî ziman ku li Tirkiyeyê piraniya zebzeyên şil li Antalyayê tên çandin û got ku, wî îsal li serayan gelek firingî çandine, lê belê tişta ku hêvî dikir bi dest neketiye. Baydar, diyar kir ku li gor sala din maliyet zêdetir e û wiha got: "Di vî karî de herî zêde bazirgan û komîsyonvan qezenc dikin." Baydar, da zanîn ku piştî xistina balafira Rûsyayê, rageşiya bi Rûsya û welat re herî zêde bandorê li hilberîneran kiriye û wiha axivî: "Cotkar dixwazin tişta ku sala çûyîn winda kirin îsal bi dest bixin. Lê belê, em dibînin ku pêkaniya vê tune ye." DAXWAZ ZÊDE YE, LÊ HILBERÎN KÊM E Baydar, da zanîn ku ew firingiyan bi 2 lîre û 10 qurişan didin û wiha domand: "Dema firingî diçe hala zebzeyan an bi 2 lîre û nîvan an jî bi 2 lîre û 60 qurişî tê firotin. Firingiyên ku diçin halên Stenbol û Îzmîrê bi 4 lîre û 70 qurişî berpêşî piyaseyê tên kirin. Li bazaran buhayê firingiyan 6-7 lîre ye." Baydar, anî ziman ku ji aliyê Rûsyayê ve rawestandina îxracata firingiyan bandoreke zêde li hilberîneran kiriye û got ku, tenê ne Rûsya, îxracat ji bo Ûkrayna û welatên Ewropayê jî tê kirin, lê belê ev têrî wan nake. Baydar, da zanîn ku îsal daxwaza ji bo firingiyan zêde ye, lê belê ji ber krîza sala çûyîn hilberîneran îsal baş firingî neçandine û wiha axivî: "Dema daxwaza zêde be û pêşkeşî (erz) kêm be, encama ku derkeve holê dê ev be." ‘SALA ÇÛYÎN EZ XISIRÎM, JI BER WÊ MIN ÎSAL NEÇAND' Arif Çarşi, anî ziman ku ji ber krîza sala çûyîn wî îsal li seraya xwe tiştek neçandiye û got ku, ji ber şerê li welat û têkiliya bi welatên derve re krîzeke cidî heye. Çarşi, da zanîn ku sala çûyîn nêzî 100 hezar lîreyî ew xisiriye û nikare deynê we yên bankeyan bide. Çarşi wiha axivî: "Ji ber ku nizanim dê li welat çi biqewime, min îsal tiştek neçand. Sala çûyîn li nav erd min 40 ton firingiyên xwe terkî xerabûnê kirin. Ji ber min nexwest heman rewş bê serê min, min îsal erdê xwe kir şûv û ez fikirîm dê ev ji bo min baştir be." MESREFÊN FIRINGIYAN ZÊDE YE Hilberînerê firingiyan Turgay Karagoz jî, anî ziman ku herî zêde bazirgan û komîsyonvanên ku ew ji wan re dibêjin "simsar" ji firingiyan qezenc dikin û got ku, sedema ku li bazaran firingî zêde tên firotin ew e ku, firingî pir nehatine çandin. Karagoz, texmîn kir ku dê di rojên pêş de ev buha kêmtir bibin û got ku, tenê krîza bi Rûsyayê bandorê li hilberîner nekiriye, di heman demê de şert û mercên zivistanê yên dijwar jî bandorê li hilberîner kiriye. Karagoz, diyar kir ku wan îsal li serayan nobeta qeşayê girtiye û got ku, sala çûyîn wî 20 ton êzing şewitandin, lê îsal wî 40 ton êzing şewitandiye. Karagoz, da zanîn ku ew mesrefekî zêde li firingiyan dikin û got ku, ji ber vê wan berê xwe daye berên wek xiyaran. Karagoz, da zanîn ku li bazaran sedema ku buhayên firingiyan zêde ye, meseleya daxwaz-pêşkeşiyê ye û wiha axivî: "Îsal daxwaza ji bo firingiyan zêde bû. Cotkaran got krîz heye û ji ber ceribîna xwe ya sala çûyîn îsal pir firingî neçandin. Ji ber vê li bazar û li ser dezgehan buhayê firingiyan zêde bû. Li ser erd em kîloya wan bi 2 lîre an jî bi 2 lîre û 20 qurişî difiroşin. Serê kîloyê tenê 40 quriş ji me re dimîne, yê mayî mesref e. Lê belê li halê buhayê wan zêdetir e. Ev ber heta ku diçe bazar û marketê, buhayê wê dibe 6-7 lîre." ‘TURÎZM Û ÇANDINÎ JI NÊVENGA AŞTIYÊ HEZ DIKIN' Karagoz, ji ber destekeke baş ji bo çandiniyê tune ye, dewletê rexne kir û wiha axivî: "Turîzm, çandinî yanî bazirganî ji nêvenga aştiyê hez dike. Her sal cotkar rastî qeşayê tên. Bi zor û heft bela çandiniyê dikin. Bi ser de jî şerê li welat li van zor û zehmetiyan zêde dibin. Yanî rewşa me ne tu rewş e. Ji bo rewşa aboriyê baş bibe, divê ewil dawî li şer bê û paşê divê navbera me bi Rûsya û welatên Ewropayê re baş bibe. An jê dê ev krîz kûrtir bibe."