Di 14 salên îktîdarê de cotkar bi 40 milyarî deyndar bûn! 2016-12-02 09:12:34 ÎZMÎR - Tirkiye di 14 salên dawî yên îktîdara AKP'ê de bi qasî mezinbûna Belçîkayê zeviyên çandiniyê winda kir û ji dawiya 2015'an ve cotkar zêdeyî 40 milyarî ji bankeyan deyndarê krediyê ne. Serokê Odeya Endezyarên Zîraetê ya Îzmîrê Ferdan Çîftçî hişyar kir ku, heke zêdebûyîna Dolarî zêde bibe, wê li Tirkiyeyê çandinî bi temamî birûxe. Dolar bi ser 3.43 TL'yî ket. Bi vê re aboriya Tirkiyeyê jî her diçe qels dibe. Li gor hejmarên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê û Odeya Endezyarên Zîraetê, di 14 salên hikûmetên îktîdara AKP'ê de, cotkar dev ji 27 milyon hektar zeviyên çandiniyê yê mezinbûna wê teqabulî mesaheya rûbarî ya Belçîkayê dike berdane. Dîsa di 14 salan de 35 milyon dekar zeviyên çandiniyê ji bo rê, bendav, ocaxên madenê û sektora înşaatê ji îmarê re hatine vekirin û bi vî awayî wesfa xwe yî "çandiniyê" winda kirine. Di 10 salên dawî de hukmê şexsîtiya 16 hezar gundî hatiye rakirin û zeviyên çandiniyê yên di qadên bikaranînê ya van gundan de bûn, qadên peravî, zozan û jêderkên avî ji îmarê re hatin vekirin û derçandiniyê hatin hiştin. COTKAR GUND DITERIKÎNIN Di sala 2000'î de hejmara cotkarên ku debara xwe bi çandiniyê dikirin 7.8 milyon bû, di sala 2015'an de ev hejmar daket 5.8 milyonî. Dîsa di sala 2000'î de di îstîhdama Tirkiyeyê de para çandiniyê ji sedî 36 bû, di sala 2015'an de ev hejmara daket ji sedî 21'ê. DIVÊTIYA QANÛNA ÇANDINIYÊ PÊK NAYÊ Li gel vê bi Qanûna Çandiniyê ya di sala 2006'an de ji bo piştevaniya cotkaran hat derxistin re, li gor dahata mîlî rêjeya piştevaniyan her çiqas bi hukma wê ji sedî 1'ê ne kêm be hat girêdan jî, heta niha herî zêde ev rêje xwe gihandiye ji sedî 0.7'ê. Her wiha dîsa di çarçoveya heman zagonê de, piştevaniya ku diviya di sala 2015'an de ji bo çandiniyê bê kirin 19 milyar TL be, ev hejmar bi 10 milyar TL'yî hat sînorkirin. DEYNÊ COTKARAN 40 MILYAR TL'YÎ DERBAS KIR Di 14 salên dawî de maliyetên ketanê ji sedî 500 zêde bûn, lê bandora vê zemê ya li ser hilberîneran jî ji sedî 210 e. Dîsa di 14 salên dawî de, piştevaniya ji bo çandiniyê 70 milyar bû, lê di daneyên TUÎK'ê de 320 milyar ji bo îthalata çandinî û zexîreyan hatiye xerckirin tê nîşan dan. Encama vana hemûyan; dahata cotkarên Tirkiyeyê herî kêm ji sedî 40 daket û ji dawiya sala 2015'an ve pispor daxuyandin ku cotkar zêdeyî 40 milyarî ji bankeyan deyndarê krediyê ne. 'HER DIÇE COTKAR DEYNDAR DIBE' Serokê Odeya Endezyarên Zîraetê ya Îzmîrê Ferdan Çîftçî got, li Tirkiyeyê di 14 salên dawî de ji ber polîtîkayên çandiniy yên ên sependin çandinî her bi paş ve diçe û wiha got:"Her diçe cotkar bêtir deyndar dibin. Cotkar ji ber bêperetî û deynan hindik mane bipeqin." 'HEKE ZÊDEBÛNA DOLARÎ ZÊDE BIBE WÊ ÇANDINÎ BIQEDE' Çîftçî dest nîşan kir ku, barê herî giran ê li ser pişta cotkara ye, maliyeta ketanê ya zêde ye û got, bi zêdebûna Dolarî re ev bar girantir dibe û hemû qelem zemê dixwin. Çîftçî dest nîşan kir ku, di serî de mazot, toxim û gubre û derman li gor qûra dovîzî tên hesibandin û wiha axivî:"Heke zêdebûyîna Dolarî bidome, wê çandiniya Tirkiyeyê bi temamî birûxe. Cotkar di noqteya dawî ya xizaniê de ne, merheleya pişt vê jî birçîtî ye." 'YE BAZARA HERÎ MEZIN E' Çîftçî dest nîşan kir ku, di polîtîkaya derve de ji ber tewrê xeyrî lihevkirinê yê hikûmetê cotkar nikare berên xwe îxrac bike û wiha got:"Iraq, Îran, Sûriye û herî dawî navbera me û welatên Ewropayê xera bû. Di çandiniyê de hecma herî emzin a bazirganiya derve welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ne. Wek krîza balafira Rûsyayê, em ê di vî karî de jî bixisirin. Vê pêşvajoya rageşî wê li cotkaran bide. Pêdivî bi polîtîkayeke derve û hundurîn a aşitiyane heye." Çîftçî anî ziman ku, pirgirêka din jî pergala navbeynkariyê ye û wiha got:"Hema bêje navbeynkar wek selefxuran dixebitin. Ferqa meqesa di navbera hilberîner û xerîdar de zêde ye. Divê demildest dawî li vê pergalê bê. Divê mesafeya di navbera hilberîner û xerîdar de kêm bibe." 'DIVÊ KOOPERATÎF BÊN AVAKIRIN' Çîftçî anî ziman ku, ji bo çandinî bi pêş bikeve, divê xweza û çandinî bê parastin û wiha domand:"Divê kooperatîfvanî bi pêş bikeve. Piştevaniya cotkaran bê kirin. Divê berên bên çandin, rasterast ji gund bigihên bajêr. Heke ev pêk bê, wê xerîdar bi buhayekî maqûl zebze û fêkiyan bikire û wê hilberîner jî beramberiya vê heqê keda xwe bistîne."