Ji ber bêîstikrariya aborî cotkar li ber îflasê ne 2017-05-12 09:13:40 WAN - Li Payîzavayê, cotkarên ku bi serevaniyê debara xwe dikin, diyar kirin ku ji ber bêîstikrariya aboriya Tirkiyeyê ew li ber îflaskirinê ne. Li gundê Narkoxê yê Payîzavaya Wanê, cotkarên ku bi salan e serevaniyê dikin, niha ji ber bêîstikrariya aborî ya Tirkiyeyê nikarin tu karî bikin. Cotkaran, dest nîşan kir ku ev bêîstikrarî zirareke mezin dide cotkaran. Serevan Nadir Akbulut, dest nîşan kir ku bi zêdebûna dolar re buhayên tov, mazot, benzîn, gubre û pergalên avê bûne du qat û wiha got: "Em zebzeyên wek îsot, bacanên reş û firingiyan datînin. Ji ber krîza aborî û zeman, îsal me xwe negihand hedefa ku me diyar kiribû. Bi zorê li ser piyan disekinim." ‘ME JÎ NESÎBÊ XWE JI KRÎZA ABORSÎ STEND' Akbulut, anî ziman ku ji bo ew xaka xwe neterikînin û koçî metrepolan nekin, nêzî 2 sal û nîvan e ku karê serevaniyê dike û wiha axivî: "Heta du sal berê jî min li metrepolan karkerî dikir. Vegeriyam ser xaka xwe û min dest bi cotkariyê kir. Li gund 80 donim erdê min heye. Me sala çûyîn serayên komînê danî bûn. Lê me îsal danenî. Çimkî me jî nesîbê xwe ji krîza aborî stend." Akbulut, dest nîşan kir ku êdî ew beramberiya keda xwe nastînin û wiha got: "Sala çûyîn li gel ku em ecemî jî bûn, dahata me baş bû. Lê îsal, ji ber nehevsengiya rêjeya eflasyonê, nediyariya piyaseyan me serayên kominî danenîn. Çimkî, kes nizane dê sibê çi bibe." ‘NIZANIM DÊ DAWIYA ME ÇAWA BE' Akbulut, anî ziman ku ji bo em çandiniyê bikin, malzemeyên ku me distendin îsal buhayên wan îsal du qat zêde bûne û wiha got: "Gubre, tov zem xwarin. Boriyên ku ji bo em erd av bidin zem xwarin. Mazot û benzîn zem xwarin. Û bi ser de jî nediyariya pisaseyan... êdî em nikarin pêşiya xwe bibînin. Em jî nizanin ku dê dawiya me çawa be." Akbulut, diyar kir ku sala çûyîn qaweta wan têr dikir ku malzemeyan bikirin, lê belê îsal şik û gumanên wan zêde bûne û wiha got: "Êdî buhayê mazotê li ser 4 lîreyan e. Em nêzî 2 ton mazot û 400-500 lître benzîn bi kar tînin. Sala çûyîn pakêta tov bi 100 lîreyî bû, îsal bûye 250 lîre." Akbulut, dest nîşan kir ku polîtîkaya li welat tenê sermayedaran diparêze û got ku, hedefa ku wî îsal ji bo veberhênaniyê kiribû, ji ber bêîstikrariyê, wî xwe negihandiye wê hedefê. Akbulut wiha axivî: "Sala çûyîn xeyalên min mezin bûn. Min ji dêvla 80 donim erdî, dixwest 200-300 donimî biçinînim. Lê ji ber krîza aborî û zeman, îsal min xwe ngihand hedefa xwe. Bi zor li ser piyan disekinim."