Kîloya Çinekopan ji 30 TL'yî daket 10 TL'yan 2016-11-15 09:31:24 STENBOL - Demsala neçîra masiyan îsal xerab dest pê kir. Bi demsala neçîra masiyan re buhoyê masiyan jî diyar bû. Kîloya masiyên Çînekopan ku sala par 20-30 TL bû, îsal daket 10 TL yan. Demsala masiyan dest pê kir, lê ji ber buhayê masiyan erzane masîvan zêde kêfxweş nebûn. Li navçeya Karakoy ku herî zêde neçira masiyan lê tê kirin û cureyên masiyan lê peyda dibe îsal masî erzan tên firotin. Hin cureyên masiyan ku buha ne îsal li ser dezgahan zêde nayên dîtin. Masiyên Çînekopan ku sala par kîloya wan 20-30 TL bû, îsal kîloya wan bi 10 TL tê firotin. Li Bazara Masiyan a Karakoyê îsal kîloya masiyên Mezgît bi 25 TL, masiyên Ayvalik Çupra 15 TL û masiyên Îstavrit bi 20 TL tên firotin. Kiloya Hamsiyên Derya bi 15 TL û Palamut jî li gorî mezinbûnê heba wan bi 5 -15 TL tên firotin. KÎLOYA ÇÎNENEKOP'an DAKET 10 TL YAN Masîvanê Bazara Baziyan Samet Balyemez (29), diyar kir ku îsal demsala neçîra masiyan dest pê kir lê ji ber ku buhayê wan erzan e ne kêfxweş in. Balyemez, anî ziman ku îsal weki her sal masî nayên firotin û ji ber nayên firotin masiyan bi erzanî difiroşin. Balyemez, destnîşan kir ku herî zêde Çinekop bi erzanî tê firotin û wiha got: "Îsal li gorî sala par masî erzan e. Niha demsala Çinekop e. Lê kîloya wî bi 10 TL ye. Heba Palamut jî bi 13-15 TL ye. Hin caran em qet masiyan nafiroşin. Masîvanê ku li ser Pira Galata masiyan difiroşe Yunus Ovungen (33) jî anî ziman ku 10 sal in masiyan defiroşe û wiha got: "Îsal Îstavrit hindikin. Ji ber vê yekê kîloya wan bi 20 - 30 TL ye. Kîloya Çinekop berê heta 100-150 TL jî derket. Sala par bi 20 TL dihat firotin. Lê îsal kîlo daket 10 TL yan.