Wekîlê HDP'î Pîr: Tu encam ji pakêtên aboriyê dernakeve 2017-05-23 09:09:51 AMED - Serokomar Erdogan, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku OHAL bandorê li aboriyê nekiriye. Parlementerê HDP'î Ziya Pir jî bi gotina "Ma zirar nedayê çi?" bersiv da daxuyaniya serokomar. Pir, diyar kir ku dê tu encam ji pakêtên aboriyê dernekevin û wiha got: "Ji bo herêmê veberhênaniya herî baş, vegera li pêvajoya aştî û çareseriyê ye." Krîza aborî ya ku piştî pêvajoya pevçûnî ya li herêmê li temamiya welat belav bû xwe da der, bi pêvajoya OHAL'ê re her diçe kûrtir dibe. Di 2 salên dawî di dema qedexeyên derketina derve de li bajarên herêmê bi hezaran esnaf derabeyên xwe danîn û esnafên mayî jî bi zor û heft bela li ser piya disekinin. Li gor daneyên Saziya Ewlehiya Civakî (SGK), di sala dawî de li Tirkiyeyê 204 hezar esnaf deriyên xwe qefilandine. Li gel vê, Serokwezîr Binali Yildirim li Amedê "Pakêta Teşwîqê ya Aboriyê ya Nû" daxuyandibû, lê belê ev pakêt tenê wek weadekê ma. Piştî herî dawî jî Serokomar Erdogan got ku, OHAL bi tu awayî bandorê li aboriyê nekiriye. ‘MA OHAL ZIRAR NEDA ÇI?' Parlementerê HDP'ê yê Amedê û aborîzan Ziya Pir, krîza aborî û daxuyaniyên Serokomar Tayyip Erdogan ên der barê aboriyê de nirxandin. Serokomar Erdogan daxuyanibû ku "Çi zirara OHAL'ê gihaştiye pîşesaziyê?" Pir wiha bersiv da vê daxuyaniyê: "Ma OHAL çi zirar neda pîşesazî û cîhana kar?" Pir, balê kişand ser nirxên kûra dowîzî yên berî OHAL'ê û piştî OHAL'ê û got ku, deynê cîhana kar ên li derveyî welat ji ber kûra dowîzî ya ku di dema OHAL'ê de 2 qatan zêde bû zêdebûne. ‘ÎSTIKRAR TUNE YE, MEZINBÛN ÇÊNABE' Pir, dest nîşan kir ku ji ber OHAL'ê hilberîner û cîhana karî heta qirikê di nav deynan de ne û wiha balê kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê: "Divê îstihdam ji bo kesên ku di nav cîhana karî de cih digirin bê peydekirin. Rêjeya betaliyê ji sedî 15-20 e. Divê ev rêje li cîhana karî bê vegerandin. Ji bo vê jî veberhênanî divê. Ji bo mezinbûna Tirkiyeyê veberhênanî bivê nevê ye. Dînamîkên hundurîn ji bo mezinbûnê têr nakin, divê ji derveyî welat veberhênan bên. Heke OHAL hebe dê tu veberhênan neyên. Îstikrar tune ye, mezinbûn çênabe. Serokomarê ku dibêje zirara OHAL'ê ji bo aboriyê tune ye, ya nizane yan jî derewan dike." Pir, balê kişand ser "Pakêta Teşwîqê ya Aboriyê ya Nû" ya ku Serokwezîr Yildirim li Amedê daxuyandibû jî û wiha got: "Her serokwezîrê ku dema nû dibe serokwezîr an jî 3 salan carekê li bajarên wek Amed û Mêrdînê cîhana karî dixapîne û diçe." ‘TU ENCAM JI PAKÊTÊN ABORIYÊ DERNAKEVIN' Pir, dest nîşan kir ku veberhênaniya herî mezin a ku divê hikûmet li herêmê bike, vegera Pêvajoya Çareseriya Demokratîk e û wiha axivî: "Divê li dor maseyê rûnê û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd projeyan derxîne holê. Divê bi PKK'ê re rûnê, çimkî terefek e. Tekane riya ku rê li ber aboriyê vebike ev e. Heke hûn venegerin pêvajoya aştî û muzakereyê, hema çi qas pakêtên we hebin hemûyan aşkere bikin. Dê tu encamê nedin. Di pêvajoya aştiyê pêdivî bi daxuyandina pakêtan tune ye. Dê cîhana karî xwe bide ser hev."