Li Kapaliçarşiyê gelek dikan girtî ne! 2016-12-05 09:20:53 STENBOL- Esnafên Kapaliçarşiyê diyar kirin ku aboriya wan bi turîst û dowîzan ve girêdayî ye, dema xwe ya herî xirab dijîn û karên wan ji serî 80 kêm bûye. Esnafan destnîşan kiin ku di nava rojê de hejmara kiriyariyên wan ji 200'î heta 20 kêm dibe û wiha gotin: "Ev salek e kar tuneye. Gelek dikanên girtî hene. Ji yên hatine girtin ferqa me tuneye. Li vir wekî notirvanan diçin û tên. Du roj in sîfteh jî tuneye." Yek ji cihê ku krîza aboriyê bandora neyînî lê dike Kapaliçarşi ya Stenbolê ye. Kapaliçarşiya ku di dawiya sedsalê çend erdhej û eçn şewatên mezin dîtiye û 4 hezar dikan hene xwe kom^iser hev bikin jî di van rojên dawî de ji ber tevgera aborî û siyasî careke din diheje. Dema ku mirov ji Beyazitê dikeve sûka dîrokî ya ku li ber çavên mirovan dikeve ew e ku karesatên xwezayî li pey xwe hiştiye. Esnafên sûkê yên ku em dixwazin der barê krîza aboriyê de nêrînên wan bigirin, li ber dikanên xwe li benda kiriyan in. Esnafên ku wênekêşa di destên me de dibînin sohbeta xwe hinekî didin rawestandin û gotina "me bikişînin" bi kar tînin. Wekî ku gazincên xwe dikin û deng dikin ev dîmen wekî kurteya sûkê ya rojên dijwar dijî ye. Esnafê Kapaliçarşi yên ku li ber îflasê ne têkoşîna li ser piyan mayînê didin. 'KAR JI SEDÊ 80 KÊM BÛYE' Esnafê bi navê Omer Yenîkoy ê ku amûrên cerm difiroşe dema ku em nêzîkî wî dibin ewil me turîst dihesibîne û bi îngiliziya xwe ya giran "bi xêr hatin" dibêje û pêşwazî dike. Dema ku em pirsa karên wî dikin bersiva "bi pirsgirêk e" dide me û wekî ku dixwaze biaxive dixuye. Yenîkoy ê ku ji ber tunebûna kar bi gazinc e wiha got: "Piştî teqînan û şaşîtiyên polîtîya derve ev sala dawî ye hemû radizên. Dikanên be girtî be baştir e, qet nebe em ê pereyê kirê nedin, fature neyên û lêçûn zêde nabe. Wekî ku em girtî ne ferqa me tuneye. Dema ku dolar bû 3 hezar û nîv ne hilberîn heye ne jî mexezî. em li vir wekî notorvanan disekinin. Du roj in sîtah tuneye û pêşiya me zivistan e û dê qet sîfteh nebe. Kar ji sedê 80 kêm bûye." 'HEJMARA BIKIRIYAN JI 200'Î DAKETIYE 20'AN' Yenîkoy bilêv kir ku hejmara mirovên li sûkê gelekî kêm bûye û li ber dikanê her roj 200 kes li ber dikanê derbas dibûn lê ev heta 20'an ketiye û wiha axivî: "Em çi bikin? Turîstên ji Ewropayê tuneye, bêhtir turîstên ereb hene. Ji wan jî dema ku 10 kes tên hemû sûk wekî ku bikişînin cem xwe êrîş dikin." Yenîkoy gok ku wisa bidome dê gelek esnaf dikanên xwe bigirin. Yenîkoy ê ku gotina "Rewş ne baş e, kireyên me pir zêde ye. Em çi bikin" bi kar anî piştî çend saniye bêdeng ma û vê carê bi gotina "înşelah dê baş bibe" bi kar anî. 'PIŞTÎ TEQÎNÊ KAM WEKÎ KÊRÊ QÛT BÛ' Esnafê bi navê Zafer Koç ê ku dikane wî ya kozmetîkê heye jî diyar kir ku ligel ku serê sibehê dikane xwe vedike jî ancax saet di 14.00-15.00'an de dikare tiştekî bifiroşe, siftehê dike. Koç bilêv kir ku kirê û lêçûnên wan pir e û nikarin di bin de derkevin û wiha berdewam kir: "Ger ku siyaseta me ya derve baş bibe ev kar ji dê baş bibe. Ji ber ku em kireyên xwe bi dolarê didin zehmetiyên dikişînin. DEma ku em nû derbasî vê derê bûbûn dolar 2.80 bû lê niha 3.40 e. Tiştekî ku bê kirin nîne. Ger kiriyar hebin dê tiştên ku em dikin watedar be lê kesek tuneye. Piştî teqîna li Sultanahmetê kar wekî bi kêrê qut bû." 'TURÎST TUNEYE KAR TUNEYE' Ozan Ozmen jî diyar kir ku ji ber ku turîst nayê salekî zêdetir e karê wan kêm bûye . Orman anî ziman ku aboriya sûkê bi turîst û dowîzan ve girêdayî ye û î wiha axivî: "Turîst tuneye, tar tuneye. Ji ber ku dolar e ev bandorê li ser me hemûyan dike. Ev salek e kar tuneye. Gelek dikanên hatine girtin hene. 200 sal in li vir im lê min tiştekî wisa nedîtiye. Ango care yekem e tiştekî bi vî rengî dibe. Ên ku nikarin bi ber xwe bidin li benda serê salê ne, ji ber ku kirê peşîn didin wekî hildiweşin. Ew jî mafdar in." 'EM XWEZIYA SALÊN BORÎ DIKIN' Aygul Kap jî li ser pirsa me ya "karê we çawa ye" bersiva "wekî ku hûn dibînin, çawa be" dide. Kap jî wekî esnafên din ji ber ku karên wan nebaş e gazincên xwe dike û wiha axivî: "Divê niha karên me baş be. Ji ber ku dema Christmasê ye. Lê kar tuneye. Em xweziyên xwe li salên borî tînin. Ev der cihê turîstan e lê wekî ku hûn dibînin qet turîst tuneye. Em ê êdî xişrên xwe bikirin. Ev piştî teqînê wisa bû." Kap got ku li sûkê bi sedan dikan hatine girtin û ev ê piştî sersalê zêdetir bibe lê niha ew li ber xwe didin. 'DEMA HERÎ XIRAB DIJÎN' Esnafê bi navê Semî Yildiz jî wiha got: "Ji destên me tiştek nayê. Bilindbûna dowîz bondorê li me dike. Nehatina tinûstan bondorê li kare me dike. Di 6-7 mehên dawî de karê me ji sedî 80 kêm bû. Xwediyên mal hewl didin li ser piyan bisekinin lê kesên di kirê de dihêlin. Yên ku hêza wan a berxwedana heye disekinin lê yên tuneye dihêlin. Dibe ku em jî bihêlin û biçin." Yildiz da zanîn ku 20 sal in vî karî dike û 8 sal in jî li Kapaliçarşiyê esnaf e û dema herî xirab dijîn.