Xwarina Hemsiyê Behra Reş jî luks e 2016-12-13 09:10:22 STENBOL- Bi hatina krîza aborî re, buha talana bêrîka kirîgeran dikin û her diçe hêza kirînê qels dibe. Ji bo welatiyên ji mala xwe re masiyan dikirin, êdî xwarina Hemsiyên Behra Reş jî bûye xwarineke luks û bazarvan jî ji ber nikare cotek bot bifiroşe bi gilî û gazinc e. Li Tirkiyeyê, her kêlî Dolar û Eûro zêde dibin. Bi vê zêdebûnê re jî her diçe krîza aborî kûrtir dibe û ev kûrbûyîn herî zêde esnaf û welatiyan ditengijîne. Li bazarên semtî esnaf ji firotinan, welatiyên nikarin ji bo mala xwe nikarin danûstendinê bikin jî, bi fikare ne. . Hemsiyê Behra Reş, ê ji ber erzanbûna xwe di zivistanan de herî zêde dikeve mala welatiyan jî, êdî bûye xwarineke luks. Hemsiyê ku sala çûyîn kîloya wê di navbera 4-5 TL'yî de bû, îsal di navbera 8-10 TL'yî de diçe û tê. Madeyên zexîreyî yên bingehîn jî, her çiqas buhayên wan sabît mabin jî, ji ber qelsbûyîna hêza kirînê esnaf ji bo firotinê bi rojan beran digerînin û ev zêde wan ditengijîne. Esnafên bazara semtê jî, li gel li buhayan zem nayê kirin jî, ji ber qelsiya hêza kirînê bi gilî û gazinc in. Li bazara semtê, saetên herî qelebalix 16.00-18.00 ne. Lê dema em li bazara Avcilar Parsellerê digerin, em leqayî qelebalixiyeke zêde nayên. Li bazarên semtê, bexdenûs 2 Tl, kîloya firingiyan 3 TL, xiyar 3 TL, pîvaz 3 TL, lîmon û turp 3 TL; mandalîna 3 TL, bîhok 3 TL, sêv di navbera 2-4 TL'yî de diguhere. 'ME NIKARIBÛ MASÎ BIKIRE' Mûrat Çetîn ê tevî malbata xwe hatiye bazarê got, ew ji bo pitika xwe yî dê biwelide danûstendinê dikin. Çetîn got, wî ji bo malê bi 270 TL'yî danûstendin kiriye û wiha got:"3 kes 2 kîlo hemsî dixwe, dike 16 lîre, me jî nekirî. Heke tu tiştên din jî bibêjî, me hinek zebze, hinek fêkî û kincên zarokan kirîn, bi giştî me 270 TL da. Ew jî ji mecbûrî bû, yan jê me xerc nedikir. Me ji bo pitika nû welidiye tulûm bi 15 TL'yî stend. Bifikirin bê em êdî li welatejî çawa dijîn." Hanim Kizilkoz a hat bazar semtê jî, bêyî tiştekî bikire vegeriya wiha got:"Dema pir be, em pir dixwin, kêm be em kêm dixwin. Ispenax bi lîreyekê ye, em nêviyê wê dixwin. Bi awayekî em xwe têr dikin." 'MIROVAHÎ ÊDÎ NIKARE GOŞT BIXWE' Bîlal Koskanat jî got, firotina pîvaz û kartolan ketiye û berê mirovan bi kîlayn ew dikirîn, lê niha daketine nîv kîloyî û wiha got:"Kîloya goşt bûye 50 TL. Kirin ku, êdî mirov niakrin goşt jî bixwin." Koskanat dest nîşan kir ku, ji ber polîtîkayên aborî yên îktîdarê hêza kirînê qels bûye û wiha bertek nîşan da:"Bila neçin, li Çankayayê neaxivin, bila werin li bazarê biaxivin. Bila werin bazarê guh bidin derdê gel. Ew bi xwe li vîllayan, li koşk û serayan dijîn. Feqîr û fuqare jî belaheq û belasebeb dimirin. Ew 20 hezar lîreyî digirin. Yê têr ji halê yê birçî fêm nake." 'ROJÊ BI ZOR Û HEFT BELA EM DIKARIN COTE BOT BIFORŞIN' Bazarvan Nûrettîn Dag (65) diyar kir ku, ew her çiqas emekdar be jî, ji bo zarokên xwe yî xwendekar ji neçarî dixebite û got, ew mehê 2 hezar TL kirê dide. Dag diyar kir ku, ev 6 mehê dawiye karê wî zaf ketiye û anî ziman ku, berên ew dikire jî zem xwarine. Dag ê kincên zivistanê difiroşe anî ziman ku, ji ber ew jî berên dikire bi buhayekî zêde difiroşe, hêza kirînê qels dibe û ji ber vê nikare firotinê bike. Yahya Tatli yê botên zarokan difiroşe jî wiha got:"Sala çûyî rojê me 3-5 cot bot diforot. Êdî ew jî tune ye. Firotin bêtir ketin, êdî bi zor heft bela em cotek bot difiroşin."