'Qedexe' turîzma zivistanê qedand 2016-12-14 09:17:46 COLEMÊRG - Li navenda Colemêrg û navçeyên wê, qedexeyên li ser zozanan ên di bin navê “Herêmên ewlehiyê yên taybet” de, herî zêde bandor li ser turîzma zivistanê kir. Li navenda Colemêrg û navçeyên wê Gever, Şemzînan û Çelê qedexeyên di bin navê “Herêmên ewlehiyê ên taybet” de herî zêde bandora li ser turîzma zivistanê dike. Bi qedexeyên li ser bi sedan herêmên 4 demsalan di nav xwe de dihebînin û lê werzîşên xwezayê tên kirin, bû sedema nehatina turîstan û ev qedexe bandora xwe li ser aboriya bajêr jî nîşan dide. Bi taybetî herêmên wek Geliyê Dojeh-Bihuştê, Marînos, Cîlo, Ava Spî, Tiyarê û çiyayên Satê yên wek bihuşta turîzmê tên nîşan dan ji van qedexeyan para xwe digirin. ÇIYAGER ÊDÎ NAYÊN CÎLOYÊ Bi taybetî Çiyayê Cîloyê ku bi bilindahiya xwe ya 4 hezar 168 metrayî piştî Çiyayê Agiriyê tê û nêzîkê 40 kîlometre dûrî navendê ye, ji van qedexeyan nesîbê xwe wergirt. Çiyayê Cîlo ku 25 kilometre dirêjahiya wê heye û xwedî zinarên bi heybet e heya rojhilata Torosên Başûrê Rojhilatê dirêj dibe. Cilo ya di nav xwe de golên şîn û geşayên heybet dihebîne, di heman demê de wek bihuşta turîzmê tê nasîn û ji ber van qedexeyan turîst û çiyager nema tên. ‘BIHUŞTA VEŞARÎ’ QEDEXE YE! Yek ji van herêman jî Geliyê Dojeh-Bihuştê ya ku li herêmê bi navê “bihuşta veşarî” tê nasîn û navenda turîzmê ye. Li geliya ku 4 demsalan di nav xwe de dihebîne û ji aliyê pezkûviyan ve dewlemend e, hilkişîna çiyayan a hersal pêk dihat jî ev du sal in pêk nayê. ÇAVKANIYA DEBARA GUNDIYAN QUT BÛ Her wiha ji ber qedeyan welatiyên gundên derdorê geliyê jî, êdî nikarin rêvas, mende û kengerên çavkaniya aboriyê ne biçinin. Dîsa berîvanên her sal li zozanên geliyê şîr didotin û li bajêr diftotin jî, êdî nikarin derkevin bêriyê û welatî nikarin ajalên xwe ji bo çêrê bibin zozanan.