Kar peyda nekirin dest bi çandina kîwarkan kirin 2016-11-16 09:22:29 AMED- Xwişk û bira yên mezûnên zanîngehê yên li gundekî navçeya Çinara Amedê dijîn, ji bo xebatê ji dêvla ku biçin bajarên mezin, mala xwe yî kevin veguherandin serayê û tê de dest bi hilberandina kuvarkên îstîrîdyeyî kirin. Her du bira, ji bo hilberandina kuvarkan dixwazin kooperatîfekê ava bikin. Li mezrika Pornagê ya girdayî gundê Beşpinara navçeya Çinarê ya Amedê ye xwişk û bira; Pervîn û Ferhat Ertekîn ên yek ji wan ji îktîsatê û yek ji wan jî ji beşa civaknasiyê mezûn bûye, dema dîtin piştî zanîngehê di qada xwe de kar bi dest wan nakeve berê xwe dan qadeke cuda. Xwişk û birayên ku biryar dan ew ê kuvarkan hilberînin, pêşî di vî warî de dest bi lêgerînê kirin. Bi vê mebestê, mala xwe yî kevin veguherandin serayê û liv ir dest bi hilberandina kuvarkên îstîrîdyeyî kirin. FÊDEYÊN WAN GELEK IN Xwişk û birayên ku berê gihayekî wek kayê dixin nav avê, dawiyê li elegê dixin û pişt re dixin beroşan û nêzî saetekê dikelînin. Piştî dicemide, tevî toximên kuvarkan li kîsikan tên bicihkirin. Pişt re xwişk û bira kîsikên amadekirî, li cihekî ku berê amadekirine bi cih dikin û li cihekî ku divê nêzî 20-30 rojî tavê nebîne bimînin. Pişt re ji bo kuvark derkevin, hin deverên kîsikan tên jêkirin. Kuvarkên ku ji aliyê potasyûmê ve dewlemen in, gelek fêdeyên wan hene. JI DÊVLA KOÇBERIYÊ LI WARÊ XWE HILDIBERÎNIN Xwişk û birayên ku sala çûyî ji bo ceribandinê kuvark hilberandin û li gundiyan belavkirin, piştî gelek testan îsal bi temamî derbasî hilberandinê bûn. Xwişk û bira ji bo xebatek mezin tevdigerin û ji bo koçî cihekî nekin vî karî dikin. Hedefa Pervîn û Ferhat ew e ku di pêşerojê de bi hilberandina kuvarkan markayekê biafirînin û dixwazin kooperatîfekê ava bikin. GOT 'WERIN EM KUVARKAN HILBERÎNIN’ Û DEST PÊ KIR Pervîn Ertekîn anî ziman ku, fikra hilberandina kuvarkan a bûye û got, piştî wê zanîngeh kuta kiriye xwestiye li axa xwe dest bi lêgerîna kar bike. Ertekîn a ku piştî zanîngeh kuta kir ji bo kar ewil serî li qaymeqamtiyê da, dema ji bilî beşa wê wê didin karekî din dev ji xebatê berdide. Li ser vê li cihekî çavê wê bi hilberandina kuvarkan dikeve û ji ferdên malbata xwe re dibêje “Werin em kuvarkan hilberînin” û bi vî awayî tevî birayê xwe yî bê kar dest bi vî karî dikin. 'EM DIXWAZIN JI BO MANTARAN KOOPERATÎFEKÊ AVA BIKIN’ Ertekîn a ku got niha ew ji bo bazarkirina kuvarkan di lêgerînê de ne wiha axivî: “Niha piştî çend roj şûnde em ê hilberîna xwe yî ewilin wergirin. Em li piyaseyê digerin. Em niha bi marketan re hevdîtinan dikin. Em dixwazin ji bo kuvarkên hildiberînin kooperatîfekê ava bikin, lê ji bo vê piştevanî divê. Me ewil xwest em bi awayekî biçûk dest pê bikin. Lê her diçe mezin dibe. Em dixwazin hemû ciwanên gund ji vê sûdê wergirin. Heke em çavkanî an jî hibeyekê bi dest bixin, em ê ji bo ciwanan xebateke mezintir bikin.”