Şîrketên deriyê xwe kilît kirin ji sedî 48 zêde bûn 2016-12-16 11:16:58 ENQERE - Li gorî daneyên TOBB’ê piştî krîza aborî li Tirkiye şîrketên kîlît li deriyê xwe xistin ji sedî 48 zêde bû. Yekîtiya Borsa û Odeyên Tirkiye (TOBB) îstatîstîkên krîza aborî û şîrketên hatin girtin yên meha mijdarê aşkere kir. Li gorî rapor û daneyên TOBB’ê yên meha mijdarê şîrketên deriyê xwe kîlît kirin û îflas kirin ji sedî 48 zêde bû. Hêjmara şîrketên ku hatin vekirin jî li gorî mijdara 2015’an ji 1,28 zêde bû û ji 5 hezar û 456'an derket 5 hezar û 526'an. Şîrketên hatin girtin jî li gorî mijdara 2015’an ji sedî 47,8 zêde bû. Hêjmara şîrtketên deriyê xwe kîlît kirin ji 726'an gihişt hezar û 73'an. Şîrketên ku li gorî meha Çile- Mijdara 2016’an jî li gorî sala borî ji sedî 2,79 kêm bû û ji 60 hezar û 583'an daket 58 hezar û 891’an.