Rençber bi însafa şîrketên sigorta mane 2016-12-16 14:06:11 MÊRSÎN - Li navçeya Silifke ya Mêrsîne piştî bahoz rabû hezar û 500 dolim zevî zerar dît. Li baxçeyên narenciyan ji sedî 30 weşiya erdê. Rençberan herî kêm bi 10 milyon tl zerar kir. Ji ber şîrketên sîgorta dê lêkolîn bikin û mesrefên wan bidin bi gazinç in. Li navçeyên Anamur, Bozyazi, Aydincik û Silifkeyê ji ber bahoz û tofana rabû baxçe û zeviyên darên fekîyên naranciye zerarek mezin dît. Nêzî hezar û 500 dolim zevî zerar dît û ji sedî 30 mandalîn û portakal weşiyan erdê. Piştî vê yekê şîrketên sîgorta ji bo zerara rençberan pêşwazî bikin ketin nava hewldanan. Lê rençber dixwazin li şûna şîrketên sîgorta Lijneya Wezîran lêkolîn bikin û wekî herêma Afetê îlan bike. Rençber Arslan Eyce, ani ziman ku li 3 herêman rençberan bi 10 hezar milyon tl zerar dîtiye û êdî rençber nikarin deynê xwe jî bidin. Eyce, xwest deynê rençberan bê taloqkirin û xwest Lijneya Wezaretê der barê wan de wekî herêma Afetê îlan bike û ji bo alîkariyê biryarê derxe. Eyce, da zanîn ku zêdeyî 100 rençberan zerar dîtiye û xwest şîrketên sîgorta zerarê wan lêkolîn neke û Lijneya Wezîran wan nexe destê şîrketan. Eyce xwest Hawizê Sîgorta Çandiniyê (TARSİM) ya Girêdayî Wezareta Çandiniyê û Sewalkariyê zerara wan bê dayîn.