Esnaf heta qirikê di nav deynan de ne: 347 kargeh derebeyên xwe daxistin 2016-12-17 09:19:02 ÊLIH - Li Êliha ku ji ber pêvajoya pevçûnan 347 esnafî derbeyên xwe daxistin, bi sedan esnaf heta qirikê di nav deynan de ne. Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Êlihê Talat Kara diyar kir ku pakêtên aboriyê yên ji aliyê hikûmetê ve hatine daxuyandin ne çareserîne û ji bo ji nû ve pêşveçûyîna esnafan pêk bê, divê li pêvajoya çareseriyê bê vegerîn. Esnafên Êlihê jî, ji nêvenga pevçûnî ya li herêmê û krîza aborî ya ku her diçe kûrtir dibe, nesîbê xwe wergirtin. Di sala dawî de, 347 esnafî derebeyên xwe daxistin û bi sedan jê jî heta qirikê di nav deynan de ne. Esnafên ku êdî nikarin heqê kiriya xwe bidin, karkerên xwe ji kar derdixin û hin jê jî bi meha ye niakrin meaşê karkerên xwe bidin. Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Êlihê Talat Kara ragihand ku, berya 7'ê hezîrana 2015'an, ji bo esnafên Êlihê 'serdemeke rewnaq' bû û anî ziman ku, piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê neyîniyên aborî xwe dan der. Ji 3 esnafan yek jê, li ser camên kargeha xwe 'firotina bi xesarê' an jî 'em kargeha xwe digirin' nivîsandiye û Kara balê kişand ser vê rewşê esnafên û wiha anî ziman:"Ji ber nêvenga pevçûnî, aborî bedêleke giran dide. Ev jî me xemgîn dike." 'TU TIŞTEKÎ KU ESNAFÊN ÊLIHÊ LI SER PIYA BIHÊLE TUNE YE' Kara anî ziman ku, li dijî pirgirêkên aboriyê esnaf ji quwetê ketine û wiha domand:"Esnafên me êdî nikarin kirêya xwe bidin û bi tu awyaî niakrin meaşê xebatkarên xwe jî bidin. Ev rewş cihê xemsariyê ye. Tu tiştek ji bo çareseriyê nayê kirin. Hikûmeta heyî li ser hev du bangawaziyan dike. Di bin navê 'Pêşvexistina esnafan' hin bernameyan derdixe. Lê ev jî tenê bi gotinê dimîne. Di binî de tu tişt tune ye. Dibêjin, 'Em ê kredî û piştevaniyên bê faîz bidin.' Sepandinên hîbeyî yên bi buhayê 30 hezar TL'yî hene, lê ev nabin cihê çareseriyê. Ji bo esnafên Êlihê li ser piya bisekine, tu tiştek jî tune ye." 'ABORÎ BI VEGRÎNA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ WÊ RIHET BIBE' Kara dest nîşan kir ku, pakêtên aboriyê wê nikaribin vê rewşa aborî xelas bikin, lê belê heke vegera li pêvajoya aşitiyê çêbibe, wê aborî rihet bibe û wiha got:"Heke şer raweste, dawî li nêvenga pevçûnî bê, wê çarserî pêk bê. Ji ber mirov nizanin sibeya wan wê çawa be, heke di bêrîka wî de du qurişî wî hebe xerc nake. Tekane temeniya me ew e ku, vegera li pêvajoya aşity-iyê pêk bê. Êlih, bajarekî ku gelheya wî ya ciwan zêde ye, lê bû bajarekî ku betalî herî zêde lê heye. Ji bo, ji ciwanên me re qada îstîhdamê bê vekirin, divê em nêvenga aşitî û baweriyê biafirînin." Kara anî ziman ku, hikûmeta tu weadên xwe bi cih nayîne û got, çavkaniya debara Êlihê ya herî girîng çandinî ye û ew jî hatiye radeya rawestandinê. Kara, li Êlihê pêşniyara veberhênaniya çandiyê û pêşvexistina sanayiyê kir. 'BIDAWÎBÛNA PÊVAJOYÊ RE ÊDÎ ME TU KAR NEKIR' Îlyas Gungor ê li navçeya Hezoyê 26 salan esnaftiyê dike, rewşa berî û piştî nêvenga pevçûnî nirxand û got, rewşa ew tê de ne ne tu rewş e. Gungor wiha dest nîşan kri:"Bi pêvajoya aşitiyê re, li Tirkiyeyê rewşa aborî ya esnafan ber bi başiyê ve diçû. Hem rewşa aborî ya welatiyan baş bû, hem jî bi aram bûn. Lê belê, bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê re, ne aramî ma, ne jî karekî ku em bikin." Gungor got, di warê çareserkirina pirsgirêkên aborî de, hikûmet tu piştevaniyê nake.