Esnafên kolana dîrokî îflas dikin 2016-12-19 09:11:14 ÎZMÎR - Kolana Havra ya dîrokî, esnafên kolanê ji ber qeyrana aborî hatin asta îflasê û derabayên dikanên xwe digirin. Esnafan diyar kirin ku îsal êdî zerar dikin û dikanên xwe digirin. Esnafên Kolana Hawra ku di sala 1605'an de ji aliyê Cuhiyên Îzmirê ve hatiye avakirin îsal ji ber qrîza aborî zerar dikin û hatin asta îflasê. Kolana Havra ku li Semta Konakê ye her çend wekî navenda bazirganiyê ye jî îsal ji ber qeyrana aborî ya Tirkiye esnafên Kolana Hewraya dîrokî jî hatin asta îflasê û dikaên xwe digirin. Esnafên kolanê diyar kirin ku êdî ji ber nikarin kar bikin, nikarin kîra dikanan bidin û heqê karkeran bidin. Esnafên ku di nava krîza aborî de dijîn kesên ku dengê xwe bigînin wan tune ye. Esnafan diyar kirin ku êdî xwarina masî û fekî pir luks e. Esnafê kolanê Hasan Aydin, anî ziman ku êdî nikare kar bike û hemû malê di destê xwe de bi zerar difiroşe. Aydin, anî ziman ku ji ber her roj li kolanan bombe diteqin mirov newêre derkevin kolanan û êdî kolan vala ne. Aydin, diyar kir ku îsal muşterî li gorî sala par pir pir hindik in û malê wan di destê wan de dimîne. EM NIKARIN MALÊ XWE BIFROŞIN Esnafê kolanê Aykut Aygun jî anî ziman ku di 3-5 salên dawî de kar kêm bûye, lê bi taybetî îsal êdî bi temamî nikarin kar bikin û malê wan di destê wan de maye. Aygun, destnîşan kir ku îsal hemû xan û dikan vala ne û muştekî tune ye û wiha got: "Piştî li Stenbolê bombe teqîya niha kolana Kemeralti vikî vala ye. Esnaf Mehmet Bozkurt, jî anî ziman ku hemû esnaf perîşan in û wiha got: Salek berî niha hatina min a rojê 3 bin TL bû, îsal hatina min a rojê 600 TL ye.