Hilberînerê sîran jî û karkerên wan jî bi xem in 2016-11-18 09:12:20 SEMSÛR – Li Semsûrê hilberînerên sîran diyar kirin ku, ji ber neçareserkirina pirsgirêka avê randiman jî kêm e û her wiha jinên ku karkeriya wan dikin jî anîn ziman ku, ew bermaberiya keda xwe wernagirin. Li Semsûrê ji ber kêmaniya baran û avê, îsal çandiniya sîran zû dest pê kir. Cotkarên ku ji bo ji barana payîzê sûdê wergirinzû dest bi çandiniyê kirin anîn ziman ku, piştî kedeke 8 mehan ew beran bid ets dixin. Zeynel Ozcan (56) ê ku li gundê Kartî yê girêdayî navendê 35 donim sîr çandiye dest nîşan kir ku, heke çandiniya avê bê çêkirin ew salê 2 caran beran bidest bixin û got, ew nikarin ji çavkaniyên avê yên bin erdê sûdê wergirin û ji bo vê piştevanî divê. AV HEWCE YE Ozacan anî ziman ku, heke ava kut ê xwetsin bi dest nekeve û baran kêm bibare keda salekê berhewa dibe û wiha behsa zehmetiyên pêvajoya hilberînê kir: “Ber bi zivistanê ve bi baranê re, li hawirdora sîran gihayê biyanî dertên. Ji bo ber baş bigihên, em hawirdora wan tevrik dikin. Pişt re ber bi hezîranê ve dema pelên sîran zer dibin, em wan yeko yeko radikin dikin deste û berpêşî firotinê dikin.” BUHAYÊN WAN BAŞ E, LÊ RANDIMAN KÊM E Ozcan diyar kir ku, dema sîr hîn hêşîn be tên firkirin û wiha domand: “Em di biharê de pelên wan hinekî firk dikin û difiroşin. Em sîrên hêşîn di navbera 1.5 û 2 TL’yî de dfiroşin. Lê belê, ji bo me ya girîng firotina sîrên hişk e. Îsal sîr li ser erd bi 4 TL’yî hat firotin. Wê sala bê çawa be, em nizanin. Em bi hêvî ne ku sala bê jî em bi heman buhayî bifiroşin. Heke wisa be, em li benda debreke 20 ton û zêdetirî wê ne. Ji ber em çandiniyeke avî nakin, tenê em salê carekê datînin. Heke kêmaniya avê tunebûna, me yê karibûna salê du caran deyne. Lê belê, li vir kêmaniya avê heye.” BERMABERIYA KEDA XWE WERNAGIRIN Karkera sîran Emîne Polat a dayika 2 zarokan jî anî ziman ku, ew ji zarokatiya xwe heta niha li ser erdan dixebite. Polat dest nîşan kir ku, çinîn û çandina sîran karekî zehmet e û ew ji serê sibê heta êvarî li ser piya sîran diçinînin. Polat wiha domand: “Ji ber em zêde li ser piya dimînin, ling û tiliyên me diêşin. Pişt re, ew tevra wê dikin. Herî dawî, em sîran yeko yeko dikin deste. Di encama vê keddayînê de, tenê em dikarin pêdiviyên salane yên malbata xwe bi cih bînin. Yanî em beramberiya keda xwe wernagirin.” Polat anî ziman ku, heke dem bimîne ew li gund li heywanên xwe jî dinere û wiha behsa zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû dimînin kir: “Di heman demê de wek dayikekê, em bi zarokên xwe re jî eleqedar dibin. Hemû pêdiviyên malê, li ser pişta me jina ye.”