Dolar firiya 2017-01-05 14:05:37 ENQERE - Dolar li hemberî TL derket 3.64'an û rekora dîrokê şikand. Euro jî li hemberî TL derket 3.80'an. Piştî civîna FED'ê buhayê Dolar û Ewro li hemberî lîra zêde bû. Kura Dolar li hemberî TL derket asta herî jor û Dolarek bu 3.6401 TL. Euro ku di saetên serê sibê de 3.7572' bû, niha Euro/TL bû 3.80.