Esnafên biçûk deriyê dikanên xwe digirin 2016-11-18 12:50:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Esnafên ku ji krîza aboriyê bandor dibin, yek bi yek deriyên dikanên xwe digirin. Li gorî daneyên vekirin û girtina şîrtekan a TOBB’ê li gorî meha Îlonê meha Cotmehê hêjamara şîrketên ku hatine girtin ji sedî 18.15 zêde bûne. Yeketiya Ode û Borseyan a Tirkiyeyê (TOBB) daneyên şîrketên hatine girtin û vekirin aşkera kir. Li gorî daneyan, di meha Cotmehê de esnafên biçûk deriyên dikanên xwe digirin. Li gorî daneyên meha Cotmehê, hêjmara şîrketên di meha Cotmehê de hatine vekirin ji meha Îlonê ji sedî 43.47 zêde bûye. Di meha Cotmehê de li gorî meha Îlonê hêjmara şîrketên biçûk ji sedî 32.39, kooperatîfên hatine avakirin ji sedî 17.07 zêde bûne. Li gorî meha Îlonê, hêjmara şîrketên di meha Cotmehê de hatine girtin ji sedî 18.15, hêjmara cihên kar ên kesî ji sedî 82.70 û hêjamara kooperatîfên hatine girtin ji sedî 59.15 zêde bûne. Li gorî cotmaha 2015’an, Cotmeha 2016’an hêjamara şîrketên hatine vekirin ji sedî 3.53 zêde bûne, hêjmara şîrketên biçûk ên hatine avakirin jî ji 1.93 û kooperatîfên hatine avakirin jî ji sedî 29.41 kêm bûne. Di Cotmeha 2016’an de hêjmara şîrketên hatine girtin ji sala 2015’an di sedî 52.61, şirtketên biçûk ên hatine girtin ji sedî 47.71 û koperatîfên hatine girtin ji sedî 1.80 zêde bûne. Di daneyên TOBB’ê yên 2016-2015 ên anîne ber hev de tê dîtin ku di sala 2016’an de hêjmara şîrketên hatine avakirin ji sedî 3.20 kêmbûne. Li gorî vê “Di 10 mehên 2016’an de, li gorî sala 2015’an hêjmara şîrketên hatine avakirin ji sedî 3.20, hêjmara şîrketên biçûk ên hatine avakirin ji sedî 13.68 û hêjmara kooperatîfên hatine avakirin ji sedî 16.16 kêm bûne.” Di heman deman de hêjamara şîrketên hatine girtin ji sedî 13.88, hêjamra cihên kar ên takekesî yên hatine ji sedî 4.96 û koperatîfan ji sedî 20.05 kêm bûne. Li gorî daneyên TOBB’ê di 10 mehên destpêkê yên sala 2016’an de 54 hezar şîrket û kooperatîf hatine avakirin. Li gorî daneyên TOBB’ê ji 352 şîrtekên bîyanî yên sermayeyê yên hatine avakirin 123 jê bi hevkariya Sûriyeyê hatiye avakirin. Di heman demê de sermayedarên Irak û Îranê jî her yek jê 22 şîrtek avakirine. Bi vê re 3 hezar û 734 şîrketên biyanî yên di 10 mehên destpêkê de hatine avakirin, bi hevkariya hezar û 494 jê Sûriyeyî, 240 Iraqî û 235 Îran hatine avakirin. Şîrtekên ku bi sermayeya biyaniyan hatine avakirin ji sedî 89.22 para xwe ji sermayeya biyanî digirin.