Serokê Komeleya Turîstan: Şer turîzm xelas kir 2017-01-09 09:15:09 WAN - Li Tirkiye piştî şer dest pê kir û OHAL hat îlankirin turîst êdî dayên li war û bajarên turîzmê nagerin. Serokê Komeleya Turîstan a Wanê Ferzan Demîrtaş, diyar kir ku piştî şer û OHAL'ê dest pê kir êdî turîst nayên Wanê û serdema herî xerab a turîzmê dijîn. Li gorî dane û raporan li Tirkiye piştî di 24'ê Tîrmeha 2016'an de şer dest pê kir û bi taybetî piştî 20'ê Tîrmeha 2016'an OHAL li tevahiya Tirkiye hat îlankirin, ziyareta turîstan a Tirkiye bi dawî bû. Hem turîstên derve û hem turîstên nava Tirkiye êdî wekî berê seyranê nakin û li warên dîrokî nagerin. Serokê Komeleya Turîstan a Wanê Ferzan Demîrtaş, diyar kir ku piştî şer û OHAL'ê dest pê kir êdî turîst nayên Wanê û serdema herî xerab a turîzmê dijîn. Demirtaş, anî ziman ku berî şer dest pê bike hêjmara turîstan gelek bû û piştî şer û îlana OHAL'ê êdî turîst nayên herêmê û ziyareta turîstan rawestiya ye. Demîrtaş, anî ziman ku şer wekî ku bandor li ser hemû qadên jiyanê û aboriyê kiriye, bandorek neyînî ser qada turîzmê jî kiriye. Demîrtaş, destnîşan kir ku herî zêde herêma Ege û Akdenizê ketiye bin bandora nehatina turîstan û wiha got: wiha got: "Ji ber şer bajarên herêmê du caran dikeve bin bandorê. Hem turîst nayên vir. Hem jî hebûna OHAL'ê û şer derûniya mirovan xera dike. Ji ber şer turîstên Stenbol, Îzmir û bajarên Tirkiye jî nayên vir. Turîst pira di navbera Rojava û Rojhilat de bû. Bi riya turîstan dan û stendina mirovên Rojava û Rijhilatê Tirkiye çê dibû. Lê şer turîsm rawestand û ev pira qut kir. Di du salên dawî de bi taybetî salek e turîst rawestiya ye. Êdî sektorê turîsmê tu karî nikarin bikin. Turîzma vir niha bi turîstên Tiflis, Ermenistan û Îranê li ser piyan dimîne. HÊVIYA ME JI 2017'AN TUNE YE Demîrtaş, anî ziman ku heviya wan ji pêşerojê nemaye û bi taybetî heviyawan qet ji sala 2017'an tune ye û wiha got: "Heta 2-3 sal berê turîstên Emerîqan dihatin vir seyranê. Lê piştî vî şerî êdî turîst nayên seyranê. Li welatekî ku OHAL lê hebe ger û seyrana wî welatî û wî bajarî bê tam e. Ger û seyran li wî bajarê OHAL'ê ne pêkan e. Ji ber ku ewlehiya mirovan tune derûniya mirovan xera dibe. JI SEDÎ 60'AN DAKET JI SEDÎ 20'AN Midûrê Otela Royal Berk Reşat Îçlihat jî anî ziman ku niha otela wan ji sedî 20-25 tije ye û wiha got: "Niha otela me 60 ode ye. Berê ji sedî 60 tije bû, niha ev rêje daketiye ji sedî 20'an. Heta 2 sal berê ji sedî 60 tije bû niha ji sedî 20 tije ye û em bi vî rengî zerar dikin. Turîsmê îflas kiriye."