Dolar 3.72 tl derbas kir 2017-01-09 10:06:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Dolar li hemberî Lîrayê Tirk (TL) bi rekorê dest bi hefteyê kir û zêde dibe. Kura Dolar/tl bi 3.6715 dest bi rojê kir. Buhayê dolar di nava rojê de gihişt 3.72 tl yî. Uuro jî gihişt 3,9182 tl yî. Li Tirkiye roj bi roj dolar li hemberî Lîrayê Tirk (TL) bi qimet dibe. Lîrayê Tirk jî li hemberî Dolar û Euro dihile û pûç dibe. Kûra Dolar/TL û Euro/tl bi rekorê dest bi hefteyê kir. Li gorî saet 09:04'tan kura Dolar/tl bi 3.6715 dest bi rojê kir. Euro/TL jî di asta 3.8635 de ye. Di saetên nava rojê de Dolar li hemberi TL gihişt asta 3,7203. Ewro jî li hemberî TL derket asta 3,91 û reqor şikand. Roja înê buhoyê firotina dolar 3,6340 lira, yê firotina euro jî 3,8330 bû.