Di dolarê de rekorek nû, euro ji 4'ê derbas kir 2017-01-10 10:16:57 STENBOL - Duh bi nîqaşên qanûna bingehîn re dolar/TL 3.74 bû, vê sibê derket 3.77. Euro, jî derket ser 4 lîrayî. Bi zextên nîqaşên siyasî û qezencên nirxên kurewî duh dolar derket asta herî jor 3.74 û vê sibê jî rekor şikand derket ser 3.77'ê. Euro jî ji 4 lîreyan derbas kir. Bi qezenca kurewî ya dolar û fikarên lokal ên didomin re dolar/TL duh bilindbûnek mezin dît û vê sibê rêwîtiya xwe ya rekorê didomîne. Dolar ku bi 3.72 dest bi rojê kir di nava deqeyan de derket 3.7784 û rekora xwe nû kir. Euro jî derket ser 4’an û rekor şikand. Euro ku bû 4.0034 di deqeyên niha de di asta 4’an de rekora xwe didomîne. Îro tu daneyên ku piyasayê bandor bike tune ne û dê geşedanên guhertinên qanûna bingehîn bên teqîpkirin.