Doç. Dr. Altiok: 666 hezar kedkar betalên dervî qeydan in 2017-01-11 10:35:05 MÊRSÎN - Doç. Dr. Metin Altiok, têkildarî aboriya Tirkiye diyar kir ku krîza aboriya Tirkiye dê heta demek dirêj bidome û wiha got: "Li Tirkiye li dervê qeydan 666 hezar kedkarên betal û êdî heviya xwe ji kar qut kirine hene. Hîndekar û aborinas Doç.Dr. Metîn Altiok, diyar kir ku sedema bingehîn a krîza aborî kêmbûna rêjeya kara kapitalizmê ye. Altiok, destnîşan kir ku aboriya Tirkiye girêdayî aboriya cîhanê ye. Altıok, diyar kir ku di qadên îmalata pîşesazî, madenvanî, çandinî de hilberîn pêş nakeve û li şûna wê bêtir qada înşaetê pêş dikeve. Altiok, da zanîn ku pêşketina aborî di demên dawî de zêdetir li ser sektora înşatê pêş dikeve û ev yek jî bêtir dewletê ji qada pîşesaziyê dûr dixe û hilberînê kêm dike û wiha got: "Di vê pêvajoyê de 'aboriya rantê' bi hêz dibe û faîzê deynê dewletê asta faîza giştî diyar dike. Ji ber rêjeya faîzê zêde dibe, maliyeta krediyan jî zêde dibe. Ev yek bandorê liser razemeniya kesên taybet dike." TIRKIYE DI DEMEK KURD DE KRÎZÊ JI SER XWE NAVÊJE Altiok, da zanîn ku Tirkiye di demek kurd de vê krîzê ji ser xwe navêje û wiha berdewam kir: "Hem kapîtalîzma cîhanê û hem jî kapîtalîzma Tirkiye ji salên 1970’an heta niha serjêrbûna wê ya rêjaya karê min ne bawere vê qeyranê di demek kurd de ji ser xwe avêje. Ji ber ku kapitalist di pêvajoya hilberînê de sermiyanek gelek mezin çêkiriye. Hewldana daxistina rêjeya karê encama dînamîkên navxweyî ye. Ji ber vê yekê kapitalizm di demek kurd de vê krîzê ji ser xwe navêje. BETALÎ ZÊDE DIBE Altiok, da zanîn ku yek ji nîşaneya krîza abori jî rêjeya betaliyê ye û wiha got: "Li gorî daneyên “TUİK'ê rêjeya betaliyê li gorî sala par meha îlonê puanek zêde bûye. Rêjeya betaliyê derketiye 11,3’an. Li gorî daneyên TUÎK'ê li Tirkiye 3 milyon 523 û hezar mirovên betal hene. Lê ji bilî vê rêjeyê 666 hezar karmendên betal hêviya xwe ji dîtina kar qut kirine. Ev kesên betal di daneyên fermî de cihê xwe nagire. Di meha îlona 2015’an de 5 milyon û 863 hezar karkerên çandiniyê betal bûn. Di îlona 2016’an de ev rêje derket 6 milyon û 373 hezaran. 510 hezar karkerên betal zêde bûn. Ahmet Kanbal - dihaber