Sekin ji Dolar re tune ye: 3.9422 2017-01-11 18:38:52 STENBOL - Ji ber geşedanên siyasî û kûreyî, sekin ji piyaseyên dovîzî re tune ye. Dolar ê bi rekorê dest bi rojê kir, di dawiya rojê de bi rekoreke 3.9422 TL'yî derî li ser xwe girtin. Kûra dolarî ya duh bi 3.74 TL'yî derî li ser xwe girtin, vê sibehê di kirariyên ewil de xwe gihand 3.8960 TL'yî û di saetên êvarî de teqleke din li xwe xist. Kûra dolarî saet ji 18.00'an ve xwe gihand sewiyeya 3.9422 TL'yî. Li gel dolar, eûro jî li hemberî TL bi rekorî dimeşe. Eûro yê duh 4 TL'yî derbas kir, îro danê sibehê 4.11 TL'yî derbas kir û di saetên êvarî de xwe gihand 4.1298 TL'yî.