Li warê mişmişan Meletiyê piyaseya sekinandî ne 2017-01-19 09:14:42 MELETÎ - Li Meletiya ku hema bêje hemû pêdiviya cîhanê ya mişmişan bi cih tîne, hilberîner qada bazariyê nabînin. Medet Kilinç ê mişmişan ji hilberîneran dikire û îxracî welatên cîhanê dike, got rewşa heyî ji ber siyaseta navxweyî û derve ye. Li cîhanê di hilberîneriya mişmişan da, Tirkiye her sal bi nêzî 700 ton hilberîneriya mişmişan di rêza yekemîn de cih digire û ji van mişmişên tên hilberandin hema bêje piraniya wê li Meletiyê tên hilberandin. Lê li gel vê, niha li warê mişmişan Meletiyê piyase sekinandî ne. Her çi qas mişmiş li Erzingan, Xarpêt, Qers, Îdir, Mêrsîn û Hatayê jî bên hilberandin, lê ji ber qelîteya û mîqdariya xwe ya kêm îxracata wan pêk nayê. Lê li gel van hemû bajaran jî, mişmişên li Meletiyê tên hilberandin, di warê hilberandina mişmişên hişk ên cîhanê de, xwedî pareke ji sedî 85'an e. Lê ji ber geşedanên di qada siyaseta navxweyî û derve de, li bajêr hilberînerên mişmişan di warê dîtina qada bazariyê de ditengijin. ‘MESREFA HILBERÎNER DU QATAN ZÊDE BÛ' Ji îxracatkarên mişmişan Medet Kilinç got, li gor sala çûyîn piyaseya mişmişan îsal zaf westdar e. Kilinç wiha dest nîşan kir: "Ji vekirina kulîlkên mişmişan heta rewşa wê ya berpêşî bazarê tê kirin cotkar mesrefên mazot, gubre, veguhastin û xebatkaran didin. Lê belê, li welatê me ji ber krîza aborî buhayên vana hemûyan zêde bû û hema bêje mesrefên hilberîneran du qat zêde bû." Kilinç diyar kir ku, li Meletiyê ji ber zêdebûna mesrefan rekolteya mişmişan hema bêje nêvî nêvî daketiye û wiha ragihand: "Sala çûyîn dem hebû me bi 15 lîreyan jî difirot. Îsal bi 10 lîreyan dest pê kir, lê belê dem heya dadikeve 7 lîre û nîvan. Rewşa heyî ji bo hilberîneran rewşeke zaf zor û zehmet e." ‘ÎXRACAT DAKET' Kilinç diyar kir ku, qelîteya yekemîn a mişmişan berpêşî bazara welatên Ewropaym, qelîteya duyemîn berpêşî bazarên welatên 3'yemîn û qelîteya sêyemîn jî berpêşî bazarên nav welat tên kirin û wiha domand: "Bi taybetî jî ji ber rageşiya siyaseta bi Rûsyayê re îsal zebze û mişmişên me yên li Antalyayê pir kêm çûn Rûsyayê. Fîrmaya ku berê li ser 500 ton mişmişî bi welatên Ewropayê re bazarî dikir, îsal ev daket 100 tonî. Îxracata milyon dolarekê îsal daket 100 milyon dolarî." ‘JI BER ŞERÊ LI HERÊMÊ FIROTIN ÇÊNEBÛ' Kilinç dest nîşan kir ku, bazara herî baş a mişmişên ku pê xişav tê çêkirin herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê ye û wiha domand: "Lê li herêmê, ji be rşerê bi qasî salekê ye didome hema bêje qet firotin çênebû. Kirîgerên me yên bi awayekî tomerî mişmiş ji me dikirîn, ya dikanên wan hatin rûxandin an jî malên wan. Kirîgerên me yên ji bajarê xwe hatin koçberkirin hene. Ev rewş zaf bandorê li ser hevalên me yên tomerîfiroş û hilberîneran kir." ‘MIŞMIŞ LI DEPOYAN TÊN RAWESTANDIN' Kilinç wiha axivî: "Di depoyên hin hilberînerên me de 7 ton, di yê hinan de zêdeyî 10 ton mimiş hene. Cotkar dizane dema bifiroşe dê karê neke û li benda saleke din dimîne. Ew jî li benda başbûna piyaseyê ne, lê wisa dixuyê ku dê piyase baş nebin. Çimkî dolar xwe gihand 4 TL yî. Zêdebûna mazot û benzînê bandorê li ser çandiniyê jî dike. Îro dema cotkar 5 an jî deh depoyî xerc bike, ev teqabulî 4-5 milyaran dike. Dema tu gubreyê heywanan jî bi kar tînî, ji bo her darekê 60-70 kîlo divê û ev jî herî kêm teqabulî 4-5 qamyonan dike. Her qamyon tê ser 2 milyaran. Hêza kirînê kêm dibe. Bi vî awayî bandorê li her kesî dike. Li vir bandorê li ser esnafên ku di kirê de ne jî dike." Kilinç diyar kir ku, hêviya hemû cotkaran ew e ku bi germbûna hewayê re li qadên bazariyê liv û tevgerek xwe dest pê bike û wiha got: "Helke siyaseta navxweyî û derve baş bibe, dê ancax wê demê cotkar karibe bigihîje mexseda xwe."