Esnafên Îzmîrê: Em diperpitin 2017-01-21 09:13:17 ÎZMÎR - Esnafên Îzmîrê yên bi gotina “Em diperpitin" balê kişandin ser krîza aborî dest nîşan kirin ku, tekane başbûna aboriyê bi aştiyê pêkan e û wiha gotin: "Heke ji bo şer, çekan pere neyê razandin dê aborî baş bibe." Esnafên Îzmîrê balê kişandin ser krîza aborî û gotin, tekane riya rizagriya ji krîz aborî bi normalbûyîna şert û mercên jiyanê ve girêdayî ye û gotin, divê li welat demildest siyaseta aştiyê bê tesîskirin. ‘EM NIKARIN SERFETIHÊ JÎ BIKIN' Ji esnafên Çarşiya Kemeraltiyê Fevzi Adiyaman got, ji ber şert û mercên şerî yên li welat ew diperpitin û dest nîşan kir ku, sedema êdî nehatina Turîstan a Îzmîrê tenê ji ber bidawîbûna pêvajoya aştiyê ye. Adiyaman anî ziman ku, esnaf bêyî serfetihê bikin berê xwe didin malê û wiha got: "Der barê 2017'an de hêviyên me hene. Ji bo dubare turîst werin Tirkiyeyê divê rayedar hin gavan biavêjin. Di dema pêvajoya aştiyê de karê me zaf baş bû. Em dikarin bi hev re bijîn. Ji ber vê divê em vegerin pêvajoya aştiyê." ‘ZÊDEBÛNA DOLAR KAR QEDAND' Adiyaman dest nîşan kir ku, zêdebûna dolar a di demên dawî de pişta esnafên Çarşiya Kemeraltiyê şikandiye û diyar kir ku, piraniya berên em li dikanan difiroşin ji derveyî wleta tên û van beran bi dolaran dikirin. Adiyaman ragihand ku, malekî ku ew bi 20 TL'yî ji derveyî welat dikirin, bi zêdebûna dolar re 2 qat zêde bûye û wiha axivî: "Hêza kirînê ya gel kêm e, em jî heta ji destê me tê zemê li malên xwe nakin, lê esnaf jî heta derekê dikare vê bike." ‘TEKANE BAŞBÛNA ABORIYÊ BI AŞTIYÊ PÊKAN E' Esnafê bi navê Aziz Batur jî balê kişand ser polîtîkayên şer ên li Tirkiyeyê û got, ev şer tesîreke neyînî li turîzmê dike û dest nîşan kir ku, her diçe karê wan kêm dibe û ew li aboriya sala çûyîn digerin. Batur bi gotina "Em diperpitin" rewşa esnafên Îzmîrê tarîf kir û wiha got: "Hema bêje hindik maye em dikanên xwe bigirin. Êdî em nikarin serî pê re derxînin." Batur anî ziman ku, êdî mirov ji tirsa dernakevin derve û ev zaf bandoreke neyînî li wan dike û wiha axivî: "Tekane başbûna aboriyê bi aştiyê pêkan e. Heke ji bo şer, çekan pere neyê razandin dê aborî baş bibe."