Her kûra dowîzê zêde dibe, qada tenduristiyê bi paş dikeve 2017-01-24 09:09:49 EDENE - Serokê Lijneya Vênêrînê ya Şaxa SES'a Edeneyê Muzaffer Yuksel anî ziman ku, SGK'yê di navbera rêje ji sedî 20 û ji sedî 60'î de para beşdarbûna muayeneyê zem kiriye. Yuksel, diyar kir ku zêdebûna kûra dovîzê bandorê li tenduristiyê dike û got, dê zema ji bo derman û muayeneyan bidome. Saziya Ewleyiya Civakî (SGK), di rojên ewil ên sala 2017'an de di navbera rêje ji sedî 20 û ji sedî 60'î de parên beşdarbûna muayeneyê zem kir. Parên beşdarbûna muayeneyê ji meaşê teqawîdan tê birîn, lê li gel vê jî yênd ixebitin dema ji dermanxaneyan dermanan dikirin li gor dermanên dikirin pere didin. Berê li nexweşxaneyên dewletê nexweşan 5 lîre heqê muayeneyê dida, niha ev ji sedî 20 zem xwariye bûye 6 lîre, li nexweşxaneyên perwerdehî û lêkolînê ev ji zedî 40 zem xwariye û bûye 7 lîre, li nexweşxaneyên zanîngehan jî ev ji sedî 60 zem xwariye û ji 5 lîreyan derketiye 8 lîreyan. 'DERMANXANE TEHSÎLKAR IN' Serokê Lijneya Vênêrînê ya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) ya Edeneyê Muzaffer Yuksel, anî ziman ku heqê muayeneyan di navbera rêje ji sedî 20 û ji sedî 60'î zem xwarine û got, welatî di dayîne sedaneyên dermanan de ditengijin û bi van zeman re ev tengijandin zêdetir bûye. Yuksel anî ziman ku, ew di dermanan de li benda zemeke ji sedî 10'î bûn û got, dixwazin bi van zeman re welatî û dermanfiroş rûberî hev bikin. Yuksel wiha got: "Dermanfiroş tehsîlkariya dewletê dikin." 'ZEM LI BER DERÎ NE' Yuksel ê got, "Ev zem ne zemeke biçûk e" diyar kir ku, ji ber zêdebûna kûra dowîzî, dewlet mecbûr maye her qelemî zem bike. Yuksel dest nîşan kir ku, heke kûra dowîzî zêdebûna xwe bidomîne, dê zem bêtir xwe bidin der û diyar kir ku, dewlet li ser dowîzan peymanan çêdike û wiha axivî: "Wek lîreyekê zêde bûna dolar, heqê ku 9 milyar bû, dê dewlet niha 27 milyaran bide nexweşxaneyên bajaran. Ji ber vê ji bo vê qulê bigire, dê heqê muayeneyan jî û heqê dermanan jî zem bike." 'NIKARIN DERMANAN BIKIRIN' Dermanfiroş Mesut Kuçukosmanoglu jî, anî ziman ku dewlet di tenduristiyê de wek kirîgeran li welatiyan dinihêre. Kuçuokosmanoglu dest nîşan kir ku, dewlet wan wek tehsîlkaran dibîne û anî ziman ku, ji ber vê ew û welatiyan rûberî hev bûne. Kuçukosmanoglû wiha domand: "Welatî ji bo kirîna dermanan tê. Dema dibîne buhayê derman zêde ye, dertê. Derman datîne, diçe. An jî dibêje, 'Ez ê ji dermanfiroşê li taxa me bikirim' û bi deyn dermanan dikire. Bi KHK'yekê qelemên lêçûnan dikarin bên zêdekirin. Dê ev jî tesîrê li welatiyan bike. Heqê muayeneyên salên çûyîn dertên. Ev jî bandorê li bêrîka welatiyan dike." 'FATÛRE LI WELATIYAN TÊ BIRÎN' Dermanfiroş Mehmet Ali Gulşen jî anî ziman ku, di kirîna dermanan de di navbera wan û welatiyan de pirsgirêk derdikevin û got, di warê kirîna dermanan de welatî ditengijin. Gulşen wiha axivî: "Dibe ku zema li heqê muayeneyan hat kirin li ser kûra dolarî be, lê belê zemên dermanan ji be rkûra Euroyê ye. Zêdebûna kûrê, bandorê li ser buhayên dermanan jî dike. Dê di 20'ê Sibatê de Euro sererastkirineke kûrê bike û dê di navbera ji sedî 9-10'an de hemû derman zemê bixwin. Dê ev hem ji bo welatî hem jî ji bo dewletê barekî ekstra be. Dê gelek nexweş ji ber zeman ferqa buhayan bidin. Bi zêdebûna kûra dolar û euro dewlet parên beşdarbûna muayeneyan zem dike û bi vî awayî dixwaze bandora krîzê kêm bike. Yanî dîsa jî fatûreya krîzê li welatiyan tê birîn."