Esnafên Geverê li dijî qrîza aborî di ber xwe didin 2017-01-26 09:35:46 COLEMÊRG - Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Geverê Îrfan Sari, diyar kir ku ji ber polîîtkayên ewlehiyê esnaf di nav krîzê de ne, lê esnafên Gever li dijî krîzê li ber xwe dide. Li navçeya Gevera Colemêrgê esnafan ji ber qedexeya derketina derve ya 13 Adar 2016'an het niha berdewamdike di nava berxwedan û îsyanekê de bûn. Hêj jî berxwedana xwe berdewam dikin. Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Geverê Îrfan Sari têkildarî şer û krîza aborî ya li Geverê axivî. Sari, diyar kir ku 2 hezarî zêdetir esnafên Gever yên di pêvajoya şer de maxdûr bûne û banga piştevaniyê kir. Sarı anî ziman ku esnafên Geverê ji ber qedexeya derketina derve bi îflasê re rû bi rû man û wiha got: "Heta niha ji bo pirsgirêkên esnafan tu tişt nehatin kirin. Yên di firinan de nan çê dikin bi şev dişixulin. Lê ji ber qedeyê nikarin nan çêkin. Ji ber polîtîkayên ewlehiyê li gund û zozanan jî îsal tu kes nikaribû karê xwe bike. Ji ber şerê li herêmê gundî û esnafên bajar ji hev qut bûn û esnaf mexdûr bûn." Sari, anî ziman ku esnaf ketine bin deynan û wiha got: "Niha Gever navçeyek ku esnafên wê îflas kiriye. Li vir esnaf nemane. Ji bo pirsgirêkên esnafan em bi walî, Wezîreta Karê Hindir û qaymaqam re ketin têkilîyê. Lê ji bo çareseriyê tu gav nehatin avêtin." 'ESNAF GEVER LI DIJÎ QRÎZÊ DI BER XWE DIDIN' Sarı diyar kir ku ji ber nûçeyê çapemeniya tirk îthalat û îxracata Geverê jî sekiniye û wiha axivî: "Zirara ku çapemeniyê da ma gelek mezine. Geverê cihek wisa nîşan didin ku yên derve nehên Gever. Lê emê hemberî viya bisekinin li herderi rastî nîşanî gel bidin." Sari, destnîşan kir ku bazirganiya Deriyê Bajirgehê ji ber polîtîkayên şer hatiye sekinandin û wiha pêde çû: "Bazirganiya di nav Geverê û Îranê de berê baş bû. Lê ji ber şer deri hatiye girtin. Ji ber van polîtîkayan Tirkiye di nava qrîzan deye. Qrîza li Tirkiyeyê niha pêk tê li vir jî xwe nîşan daye. Qrîz li ser qrîzan tê. Gever li dijî hemû qrîzan di ber xwe didin. 'POLÎS Û WESAYÎTÊN ZIRXÎ ESNAFAN MAXDÛR DIKIN' Sari, bal kişand ser ewlehiya navçeyê û wiha dawi li gotinên xwe anîn: "Polîs maşîneyên xwe li ber deriyê esnafan radiwestînin û esnaf mexdûr dibin. Çend meh berê polîsan bi maşîna zirxî gule reşandin û 4 kes kuştin. Yên jiyana xwe ji dest dan esnaf û welatî bûn. Dema welatî polisan li ber deriyê dikanan dibinin paşve vedigerin. Bila wesayîtên zirxî û polîs bi lez ji navenda sûkê derkevin."