Malê li ser sînor li heviya erzanbûna dolaran radiweste 2017-01-26 11:11:26 STENBOL - Malê îthal ê bazirganan di demên dawî de ji ber dolar buha dibin li ser sînorê gumrukê radiweste. Her ku dolar erzan dibin mal derbasî sînorê Tirkiye dikin û dema dolar buha dibe li ser sînor didin rawestandin. Ji ber zêdebûna dolaran kar ji seadî 30 kêm bûyue. Buhabûna dolaran a li hemberî TL bandorek neyînî li ser aboriya Tirkiye û bazirganiyê dike. Herî zêde Stenbol dikeve bin bandora neyînî ya dolaran. Bazirganên ku mal îthal distînin li gorî rewşa dolaran mal dikirin. Malê ku ji wan re tê jî li gorî rewşa dolaran li ser sînor radiweste. Dema dolar buha dibe mal li ser sînor tê rawestandin. Dema erzan dibe jî mal derbasî sînorê Tirkiye dikin. Ji ber vê yekê ji sedî 30 asta kar daketiye. Midûrê Gişti yê Asbir Antrepo Erkan Başboga, diyar kir ku zêdebûna kûrê li ser sînor li antrepolan ji sedî 30 kar kêm kiriye û li gumrikê çavê bazirganan li ser rewşa dolaran e. Endamê Lijneya Rêveberiya Hedef Antrepo Kemal Binerbay jî anî ziman ku karê wan ji sedî 30 daketiye û wiha got: Li antrepoyên li ser sînor ên Gumrikê girêdayî erzanbûn û buhabûna dolaran kar zêde dibe. Bazirganan diyar kirin ku aloziya siyasî bandorek neyînî li ser bazirganiyê dike û dibe sedema ku kar kêm bibe, betalî û xizanî zêde bibe.