Esnafên Antalya: Şerê navxweyî qeyrana aborî zêde kir 2016-11-14 09:17:15 ANTALYA - Esnafên Antalya yên li kolana Kaleiçi ji ber qeyrana aborî nikarin kar bikin. Esnafan diyar kirin ku îsal ji ber turîst nayên bajar, kar tune û qeyrana aborî dijîn. Esnafan anîn ziman ku ji ber şerê navxweyî qeyran derket û çareserî aştî û demokrasî ye. Ziyareta turîstan a Tirkiye li gorî 15 salên dawî daket asta herî jêr. Herî zêde îsal kêm turîst hatin Tirkiye. Di nava bajarên Tirkiye de jî herî zêde Bajarê Antalyayê ket bin bandora neyînî. Bajarê ku herî zêde turist ziyaret dikin û wekî bajarê Tûrîzmê tê zanîn îsal li gorî salên dawî rêjeya ziyareta turîstan gelek daket jêr. Li gorî dane û îstatîstikan di 15 salên dawî de herî zêde sal turîstan hindik hatin Tirkiye. Esanfên Antalya ku havînek gelek xerab derbas kirin û zerar kirin, di demsala zivistanê de jî nikarin kar bikin. Esnafên kolana Kaleiçî diyar kirin ku di demsala payiz û zivistanê de jî kar nakin û ji ber turîst tune qeyrana aborî dijîn. Esnafê kolana Kaleîçî Suleyman Başar ku 20 salin esnafiyê dike diyar kir ku Tirkiye di rewşek gelek xerab re derbas dibe û wiha got: "Tirkiye zû bi zû vê rewşê derbas nake. Îsal ji ber turîst tune em nikarin tu karî bikin. Herî zêde îsal rewşa aboriya me xera bûye. Mirov nikare tenê vê rewşê bi qrîza xistina balafira Tirkiye ve girê bide. Rewşa şerê li Tirkiye û Rojhilata NAvîn jî bandora xwe li ser dike. Rewşa şerê herêmê bandora neyînî li ser aboriyê dike. Ji ber rewşa şer hin rojan em qet kar nakin. Tenê rêyek çareseriyê heye. Ew jî divê hem li hundir û hem jî li derve em aştiyê pêş bixin. 'BI SEDAN ESNAFAN ÎFLAS KIR Esnafê Kaleîçî Erdal Bayram jî anî ziman ku li Tirkiye qeyranek kûr a aborhî heye û wiha got: "Ji demsala havînê heta niha me qet kar nekiriye Di 3-4 mehên dawî de bi sedan esnafan îflas kir. 25 salin ez li Kaleiçî esnafiyê dikim. Di 25 salan de tu carî bi qasî niha esnafan zerar nekiriye. Îktîdar her dem îktîdarên berî xwe rexne dikini. Lê di serdema hikûmeta Ecevît de ew qas aborî ne xerab bû. Ji ber polîtîkayên şaş yên derve û şerê hundir aboriya Tirkiye ketiye qeyranê. Rêya çareseriyê û derbasbûna qeyranê demokratîkbûn û aştî ye. YÊN MANE LI BER ÎFLASÊ NE Esnafê Kaleiçî Mehmet Guçlu jî anî ziman ku ji xeynî esnafên ku îflas kirine, esnafên mane jî li sînorê îflasê ne. Guçlu, da zanîn ku iflas û qeyrana aborî ne girêdayî Rûsya yea û ji ber polîtîkayên Tirkiye yên hundir û derve nke. Guçlu herî dawî anî ziman ku ji bo rewşa Tirkiye baş bibe divê ev îktîdar ji îktîdarê bikeve.