Banka Navendî ji sermayê dixwe 2017-01-27 11:45:32 STENBOL - Banka Navendî (MB) li gorî hebûna rezervên fermî ya meha Kanûnê li gori meha borî ji sedî 7,2 kêm bû û daket 106,1 mîlyar dolar. Li aliyê din deynê Tirkiye zêde bûye Banka Navendî (MB), daneyên meha Kanûna 2016'an a "Rezerveyên Navneteweyî û Likiditeya Dowizan" aşkare kir. Li gori van dayenên serdema Kanûna 2016'an yên Bakka Navendî, rezerva fermî ji sedî 7,2 kêm bûye. Reverv daketiye 106,1 milyar dolaran. Li gorî kalemên jêr hebûna dowîzan li gorî mehek borî ji sedî 7,4 kêb bûye û bûye 90,6 milyar dolar, rezerva zêr ji sedî 6,8 kêm bûye û bûye 14,1 milyar dolar. DEYN ZÊDE BÛYE Berpirsiyariya rêveberiya navendî ya dowizên ku mîadê wan salek û kêmî salekê ye, li gorî mehek berê ji sedî 5,5 zêde bûye û derketiye 12 milyar dolaran. Ev pere ji sedî 8,1 milyar dolar pereyê sereke, 3,9 milyar dolar jî pereyê faîzê ye. w