Esnafên Enqereyê: Her diçe em deyndar dibin 2017-01-29 09:00:31 ENQERE - Esnafên li Semta Ûlûsê ya Enqereyê, gotin heke rewşa aboriyê bi vî awayî bidome ew ê ji neçarî dikanên xwe bigirin û wiha gotin: "Her diçe em deyndar dibin." Ji ber rîskên pêvajoya şer, îlana OHAL û nîqaşên "serokatiyê" zêdebûna kûra dowîzî û nediyariya aboriyê didome. Esnafên Enqereyê ragihandin ku, hêdî hêdî krîz tesîra xwe nîşan dide. 'EM RASTÎ KRÎZE Bi VÎ RENGÎ NEHATIN' Adnan Kiliç ê li Çarşiya Anafartalarê şewqeyan difiroşe wiha got: "Kar û abr tune ye, piyase sekinî ne. Bi taybetî jî 6 mehên dawî, tam rawestiyan. Pir ket. Hema bêje hat asta negerînê." Kiliç, got hêza kirînê ya mirovan zaf ketiye, ev ketin berbiçav e û wiha domand: "Li van deran esnafan gelek kargeh girtin. Esnafên nû dest diguherînin. Yek digire, yekî din tê. Piştî demekê hûn dibînin wî jî îflas kir û ya digire yan jî dikana xw edewr dike. 40 sal e esnaftiyê dikim, qet rastî krîzeke bi vî rengî nehatime. Me krîzên berê jî dîtin, lê vê carê gumanên min zêde ne." 'RAST E RAST EM DI NAV KRÎZÊ DE DIJÎN' Enis Apalak ê li Ûlûsê dikana wî ya sobeyan heye jî wiha got: "Me zûde krîza nixumandî derbas kir." Apalak, got li piyaseyê krîzeke aşkere heye û wiha axivî: "54 salî me, bi sala ye esnaftiyê dikim. Nayê bîra min ku bi qasî vê salê şert û merc zehmet bûne." 'MIROV XEMSAR In, WELAT BÛYE DU PERÇE' Apalak, ji ber van pêkanînan li dijî hikûmetê bertek nîşan da û wiha domand: "Mirov xemsar in. Heke nikaribin welat bi rê ve bibin, bila dev jê ebrdin û biçin. Lê ez tenê vê pirsgirêka hatiye vê merheleyê di kesên 14 sal e li îktîdarê ne nabînim. Hinekî jî di gelê me de dibînim. Li gel vê rewşa me jî, mirov hîn jî radibin wan diparêzin. Pirsgirêk mezin e. Divê welatî bi her awayî lêkolîn bikin. Partiyeke bi vî rengî, li tu deverên cîhanê nikare bendavê derbas bike. Lê li welatê me ev 15 sal e îktîdar in." 'HER DIÇE EM DEYNDAR DIBIN' Ji esnafên Çarşiya Anafartalarê Eray Aslantaş jî got, mirov êdî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bi cih bînin. Aslantaş ê bang li hikûmetê kir wiha got: "Ji ber her tişt zemê dixwin, bi mirovan re pere nema. Ez bi xesarê digirim. Tiştên ku dê pereyan têxe bêrîka esnafan bikin, da piyase zînde bibin." Aslantaş, dest nîşan kir ku heke aboriya Tirkiyeyê wisa bidomîne ew ê ji neçarî dikana xwe bigire û wiha got: "Her diçe em deyndar dibin."