FED'ê biryara xwe ya faîzê daxuyand 2017-02-01 22:59:46 NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Piyaseya Vekirî ya Federal dûrînga xwe ya faîzê di navbera 0.5-0.75'an de da sekinandin. Komîteya Piyaseya Vekirî ya Federal a Bankeya Navendî ya Amerîkayê (FOMC), bi daxuyaniyekê ragihand ku wê dûrînga (navber) faîzê di navbera 0.5-0.75'an de daye sekinandin. Bankeya Navendî ya Amerîkayê, ragihand ku di nêvengeke ku piyaseya hêza kar bi awayekî pîvandar bi pêşve diçe, hêzdariya xwe didomîne û ragihand ku, zêdebûna îstihdamê "têkûz" e û betalî di asteke kêm de ye.